Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Mafên Mirovan a Jinan hatiye destpêkirin, bi beşdariya 20 jinan dê 16 hefteyan berdewam bike.
Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Komeleya Mafên Mirovan a Jinan (KÎH), Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) hate bipêşxistin. Bernameya ku dê hefteyê rojekê bê lidarxistin, dê bi tevahî 16 hefteyan bidome û bi beşdariya 20 jinên ku di Meclîsa Jinan a DBB’ê de cih digirin, bê pêkanîn.
Bernameya ku bi armanca jin mafên xwe yên di asta neteweyî û navneteweyî de nas bikin, van mafan biparêzin û di jiyana xwe ya rojane de bi awayekî çalak bi kar bînin hatiye amadekirin; armanc dike ku beşdar zanîn û ezmûnên xwe bi jinên din re parve bikin û hişmendiya civakî belav bikin. KÎHEP, armanc dike ku gihîştina jinan a agahiyên mafên bingehîn zêde bike, xwebaweriya wan xurt bike û piştgirî bide beşdariya wan a di pêvajoyên biryardanê de. Bi vê aliyê xwe ve hem di asta kesane hem jî di asta kolektîf de piştgiriyê dide bihêzbûnê.
‘Bername di heman demê de qadeke piştvaniyê ye’
Perwerdekara KÎHEP’ê Rojda Kizgin diyar kir ku bername ne tenê pêvajoyeke perwerdehiyê ye, di heman demê de zemînekî xurt ê piştvaniyê di navbera jinan de ava dike. Kizgin got: “Bername ji hînbûna mafên jinan wêdetir, armanc dike ku jin wekî kesên ku dikarin mafên xwe daxwaz bikin û biparêzin bi hêz bibin. Her ku jin bi hêz dibin, di nav malbatê de, di jiyana kar de û di qada civakî de ji bo avakirina têkiliyên wekhevtir dibin alîkar. Yek ji encamên herî girîng jî xurtkirina piştvaniya navbera jinan û belavbûna têkoşîna mafweris e.”
Di çarçoveya bernameyê de beşdar dê bi xebatên komê yên çalak werin piştgirîkirin. Di sernavên perwerdehiyê de mijarên wekî “Mafên Mirovan ên Jinan, Mafên Destûrî û Medenî, Tundiya li ser Jinan û Tundiya di Nav Malbatê de, Stratejiyên li Dijî Tundiyê, Mafên Aborî yên Jinan, Ragihandin û Jin û Siyaset” cih digirin.
Werger: Omer Dilsoz
