Daxuyaniya esnafan: Em piştgiriya çareseriya şaredariyê dikin

Li Amedê piştî nîqaşên li ser dagirkirina peyarêkan, esnafan daxuyaniyeke çapemeniyê da. Esnafan diyar kir ku ew piştgiriya pêvajoya çareseriyê ya şaredariyê dikin û ji ber tengezarî û aloziya derketî lêborîn xwestin.

Piştî xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê yên ji bo paqijkirina peyarêyan, esnafên gerok li Deriyê Çiyê daxuyanî dan. Li ser navê esnafan Abdullah Ermiş axivî û da zanîn ku bi şaredariyê re li ser cihên alternatîf li hev kirine. Ermiş diyar kir ku piştî cih ji wan re hat diyarkirin, ew ê cihên heyî vala bikin û got: "Piştî pirsgirêka cih çareser bibe, ev qerebalixî jî dê rabe. Şaredariya me li ser vê mijarê dixebite."

"Aloziya duh ji ber nefamkirinê bû"

Ermiş bal kişand ser rexneyên derbarê qerebalixî, qirêjiya deng û dîmenê ya li navenda bajêr û çarşûya dîrokî de û got ku ew bi van pirsgirêkan dizanin. Ermiş diyar kir ku aloziya duh ji ber kêmasiya ragihandinê bû û wiha dewam kir: "Kaosa duh, ji ber kesên ku mijarê tam nizanibûn û xelet fam kiribûn derket."

Ermiş bal kişand ser girîngiya diyaloga bi şaredariyê re û got: "Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin û rêveberên bajêr bi saetan wextê xwe dan me. Ev yek nîşan dide ku ew qîmetê didin esnêf. Tu pirsgirêka me bi şaredarî û partiya me re nîn e." Her wiha Ermiş ji ber aloziyê lêborîn xwest û got: "Heke duh li hemberî şaredarî an jî partiyê xeletiyek hatibe kirin, em lêborînê dixwazin. Em li rex şaredariya xwe ne."

Hevşaredar Bucak: Em ê çareseriyeke hevpar pêş bixin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku li navçeya Sûrê serdana esnafan dikir, beşdarî daxuyaniyê bû. Bucakê diyar kir ku ew ji bo çareseriyeke hevpar bi Şaredariya Sûrê û nûnerên esnafan re hatine bal hev û ew li ser modelekê dixebitin ku hem peyarê rehet bibin hem jî esnaf karibin debara xwe bikin.

Bucakê da zanîn ku wan roja berê civîneke berfireh li dar xistiye û got: "Me bi Şaredariya Sûrê, Rêveberiya Partiya me (DEM Partî) û nûnerên esnafan re civîneke dirêj kir. Heke xeletfamkirin an jî helwestên şaş hebin, me hemû nirxandin û em ji wan derbas bûn."

Bucakê destnîşan kir ku pirsgirêkên bajêr dê bi diyalog û aqilê hevpar çareser bibin û got: "Em malbatek in. Em; partî, şaredarî, esnaf û gelê xwe, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li vir in."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28