Bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Bernameya Bajarên Jindost (BJD III) de, Perwerdehiya Serhêl a Qonaxa 2’yemîn hat lidarxistin.
Di bin koordînasyona herêmî ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de, di çarçoveya faza sêyemîn a Bernameya Bajarên Jindost (BJD III) de Perwerdehiyên Serhêl ên Qonaxa 2’yemîn a BJDê dest pê kirin. Perwerdehî bi beşdariya Pisporê Wekheviya Herêmî yê UNFPA’yê Bahri Telli, ji Salona Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi awayekî serhêl hat lidarxistin.
Di perwerdehiyê de ji 15 serokatiyên daîreyên şaredariyê rêveber û xebatkar beşdar bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Pisporên Karên Civakî (SHUDER), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Çand Huner û Wêjeya Jinan (KASED), Weqfa KAMER’ê, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, Komeleya Xebatên Zarokan, Komeleya Psîkologên Mezopotamyayê û Komeleya Dadwerî ji bo Zarokan (ÇÎAD) ên ku di Koma Rêxistinên Civaka Sivîl a Bajarên Jindost de cih digirin, di bernameyê de amade bûn.
Sernavên plankirin, rêveberî û şopandinê hatin destgirtin
Di perwerdehiya ku bi mebesta pêşkêşkirina piştgiriya teknîkî ji pêvajoyên sepandina bernameyê re hat lidarxistin de, di bin sernavên “Plankirin, Rêveberî û Şopandinê” de pêşniyar hatin kirin. Bi vê perwerdehiyê tê armanckirin ku piştgirî bidin pêvajoya pêşxistina Planên Çalakiya Wekheviya Herêmî (YEEP).
Tê armanckirin ku ev perwerdehî ji xeynî xurtkirina kapasîteya saziyên rêveberiyên herêmî, bibe alîkar ji bo kapasîteya teknîkî ya di qada wekheviya herêmî de ya rêxistinên civaka sivîl ên ku Koma STK ya BJD’ê pêk tînin.
