Li seranserê bajêr paqijiya xîzeber û bermayiyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî barîna baranê ya li seranserê bajêr, xîz, xîzeber û bermayiyên ku li ser rêyên sereke û keviyên peyarêyan kom bûne paqij dike.

Bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê; bi pişgiriya Daîreya Park û Baxçeyan, Daîreya Karên Tenduristiyê û tîmên Zabiteyan, bi 150 xebatkar û 10 wesayîtan li navçeyên Peyas, Bajarê Nû, Sûr û Rezanê xebateke berfireh a paqijiyê hat destpêkirin.

Ji bo paqijkirina xîçik û bermayiyên ku piştî baranê li ser arterên sereke û keviyên peyarêyan kom bûne, pêşî tîmên Zabiteyan wesayîtên li keviya rêyan rakirin. Bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, xebatkara Daîreya Park û Baxçeyan û Daîreya Karên Tenduristiyê, li arterên sereke û rêyên girêdanê yên ku trafîka peya û wesayîtan lê zêde ye, xebata paqijiyê kirin. Tîm her wiha li ser pira peyayan jî xebatên paqijiyê dimeşînin û ji bo bajarekî paqijtir û bijûntir xizmetê pêşkêşî welatiyan dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, dê li seranserê bajêr xebatên paqijiyê li gorî bernameya plankirî bênavber bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30