Tîmên ‘Çareseriya li Cih’ daxwazên welatiyan bi cih anîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên “Çareseriya li Cih” de li gorî daxwazên welatiyan ên li seranserê bajêr xebatên xwe yên qadê didomîne.

Tîmên ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de hatine avakirin, piştî lêkolînên li taxan, pirsgirêkên derbarê konteynerên çopê, rawestgehên rêwiyan û parkan tespît kirin û bi yekîneyên têkildar re kordînasyon peyda kirin.

Bank li parkan hatin bicihkirin

Tîmên Çareseriya li Cih, ji bo daxwaza bankên rûniştinê yên li Parka 500 Evler û Parka Mîmozayê ya li Taxa Barişê ya navçeya Peyasê ketin nav tevgerê û bi Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan re ketin têkiliyê. Bank li wan xalên ku welatiyan daxwaz kiribûn hatin montekirin û ketin ber xizmetê.

Konteynerên çopê li kolanên hatine daxwazkirin hatin danîn

Tîmên Çareseriya li Cih, ji bo daxwaza welatiyan a konteynerên çopê jî bi Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê re têkilî danî. Di vê çarçoveyê de li kolanên 1019 û 1040î yên li Taxa Barişê ya navçeya Peyasê konteynerên nû hatin danîn. Konteynerên kevin jî hatin boyaxkirin, bi rûyekî nû hatin nûkirin û dîsa li cihên wan hatin danîn.

Daxwaza welatiyan a rawestgeha girtî hat bicihanîn

Tîmên ku xebatên xwe yên qadê didomînin, ji bo daxwaza rawestgehan bi Serokatiya Daîreya Veguhastinê re ketin têkiliyê û li Cadeya Abdulkadir Topkaç a Taxa Barişê rawestgeheke girtî dan çêkirin.

Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, dê xebatên xwe yên qadê bidomîne û ji bo pirsgirêkên welatiyan li cihê wan çareseriyan hilberîne.