Navenda Xizmetguzarî û Lokala Kal û Pîran bêtirî ketiye ber xizmeta welatiyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku beşdariya welatiyên 60 salî û jortir a di jiyana civakî de zêde bike, bi rêya Navenda Xizmetguzarî û Lokala Kal û Pîran a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, xizmetên civakî, çandî û piştgiriya li malê pêşkêş dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, xebatên xwe yên ji bo welatiyên temenmezin berdewam dike da ku ew bêyî ku ji civakê werin qutkirin jiyana xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê de, Navenda Xizmetguzarî û Lokala Kal û Pîran a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, bi awayekî bêpere xizmetê dide welatiyên 60 salî û jortir. Navenda ku pêşîneyê dide welatiyên bêdahat, deriyên wê ji bo hemû kesên ser 60 salî re ku li Amedê dijîn vekirî ye.

Di navendê de, bi armanca ku welatiyên temenmezin jiyaneke çalak û hilberîner derbas bikin; çalakiyên pêşxistina hiş, lîstikên wekî satrencê, guhdarîkirina muzîk û dengbêjan û geştên çandî tên organîzekirin. Bi çalakiyên ku nifşên cuda tînin cem hev, beşdarî li veguhastina çandê jî tê kirin.

Li dijî îzolasyona civakî çalakî tên lidarxistin

Midûrê Şaxa Kal û Pîran û Astengdaran Diyar Oguzsoy, derbarê xebatên ku tên meşandin de agahî dan û diyar kir ku armanca wan dûrxistina kal û pîran a ji îzolasyona civakî ye û wiha got: “Wekî midûriyet, ji bo em kal û pîran ji îzolasyona civakî derxin lokaleke me heye. Mezinên me di nav rojê de li vir xizmetê werdigirin. Di nav xizmetên me de çalakiyên hişvekirinê hene. Çalakiyên me yên çandî çêdibin. Carinan em nifşên cuda li vir tînin cem hev û veguhastina çandê dikin. Bi vî awayî em hewl didin ku wan ji îzolasyonê derxin, wan çalak bikin û nehêlin ku ew xwe bêkêr hîs bikin.”

Geşt û ger tên organîzekirin

Oguzsoy anî ziman ku ew ji bo kal û pîran gelek çalakiyan li dar dixin û wiha pê de çû: “Çalakiyên me yên zihnî hene. Nexasim çalakiyên wekî satrencê ku mirov teşwîqî fikirînê dikin û karîna mêjî diparêzin pêk tînin. Ji xeynî vê, çalakiyên me yên çandî hene. Muzîk, dengbêj, saz û hwd... Em car caran kal û pîran bi geştên çandî ji vê qadê derdixin û dibin geştên dînî û çandî da ku bi cîhana derve re têkiliyê deynin.”

Xizmeta paqijî, lênihêrîn û tenduristiyê ya li malê

Oguzsoy destnîşan kir ku xizmetên paqijî, lênihêrîn û tenduristiyê yên li malê jî berdewam dikin û got: “Ji bilî lokala me, xizmeta me ya paqijiya li malê, tenduristiya li malê û lênihêrîna li malê heye. Her wiha piştgiriya me ya medîkal (tenduristî) ji bo mezinên me yên hewcedar berdewam dike.”

 

Image Gallery