Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de li Sûrê serdana esnafan kir û bal kişand ser xuyabûna zimanên dayikê di qada giştî de.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zêdekirina xuyabûna zimanên dayikê di qada giştî de û ji bo belavkirina bikaranîna wan di jiyana rojane de, bernameyek li dar xist. Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve hat organîzekirin de, li ser Kolana Melîk Ehmed a navçeya Sûrê serdana esnafan hat kirin.
Digel Hevşaredar Serra Bucak; Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, endamên meclîsê, serokên daîreyan û xebatkarên şaredariyê beşdarî bernameyê bûn. Şandeya ku li ber Deriyê Ruhayê hatin cem hev, ji aliyê koma erbaneyê ya Navenda Ciwanan a Şaredariya Sûrê ve hat pêşwazîkirin. Bi rîtma erbaneyan li dirêjahiya Kolana Melîk Ehmed meşeke kurt hat kirin.
Esnaf hatin agahdarkirin
Piştî meşê, hevşaredar û şandeya pê re bûn du beş û derbarê girîngiya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de esnaf agahdar kirin. Di çarçoveya bernameyê de, broşurên ku ji bo parastin û teşwîqkirina bikaranîna zimanên dayikê di qada giştî de hatine amadekirin û tabelayên pirzimanî hatin belavkirin.
Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser avahiya pirzimanî û pirçandî ya bajarî û destnîşan kir ku zindîhiştina zimanên dayikê ji bo aştiya civakî, demokrasî û azadiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Esnafan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê xebatê anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya xuyabûna zimanên dayikê di qada giştî de.
Â
