Konên fitarê yên DBB’ê li 4 deran di xizmeta gel de ne

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), di çarçoveya têgihîştina şaredariya civakî de li 4 xalên cuda yên bajêr konên fitarê vegirtin. Di roja yekem a meha Remezanê de bi hezaran kesî li ser heman sifreyê fitara xwe kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku di meha Remezanê de ku piştgirî û alîkarî zêde dibe li cem welatiyan be, li 4 navendên cuda konên fitarê ava kirin. Di vê çarçoveyê de li Meydana Deriyê Çiyê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Senê û li navçeya Rezanê (Baglar) li Parka Mala Tenûrê konên fitarê hatin vekirin.

Di van konan de yên ku derfeta wan a fitarê nîne û yên ku dema fitarê di rê de mane dikarin sûdê jê wergirin. Dê rojane ji bo 6 hezar û 500 kesî menuyeke fitarê ya ji çar cure xwarinan pêk tê, bê pêşkêşkirin.

Welatiyan fitara xwe ya yekem kir

Di fitara yekem a meha Remezanê de welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî konên ku li Meydana Deriyê Çiyê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Senê û Parka Mala Tenûrê hatine vegirtin, dan. Welatiyan piştî ku xwarina fitarê girtin, bi hev re rojiyên xwe vekirin.

Dê ji bo hezar malbatî pakêtên xwarinê werin belavkirin

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin dê di seranserê meha Remezanê de ji bo hezar malbatên hewcedar pakêtên (kolî) xwarinê belav bikin.

Xwaringehên Gel dê di meha Remezanê de girtî bin

DBB, dê di seranserê meha Remezanê de Xwaringehên Gel girtî bihêle. Xwaringehên Gel dê piştî Cejna Remezanê bi saetên xwe yên berê careke din dest bi xizmetê bikin.

 

Image Gallery