Tovê xwemalî danîn, 300 hezar şitil dê bêpere li cotkaran bêne belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta piştgirîkirina hilberîna çandiniyê ya li bajêr bi rêya tovên xwemalî, 300 hezar şitilên ku ji fêkî û sewzeyên cuda pêk tên bi axê re gihandin yek.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, qonaxa yekem a 300 hezar şitilên sewze û fêkî yên ku plan dike bêpere li cotkarên li Diyarbekirê hilberînê dikin belav bike, pêk anî. Di projeya ku dê di çandiniya Amedê de modeleke mînak ava bike de, Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî dê şitilên wekî firingî, îsot, balîcan, xiyar, gundor û zebeşan ên ku li gorî şert û mercên avhewaya herêmê ne, bigihîne.

Dema tov gihîşt asta şitlan belavkirin dê dest pê bike

Di xebata ku li serayên nûjen ên Şaredariya Peyasê de tê meşandin de, tîmên ku tovên sewze û fêkî avêtin nav xerca torfê ya berê hatibû amadekirin û di nav viyolan de hatibû dagirtin, ser tov bi xercê girtin û birin serayan. Tovên ku di serayan de di hawirdoreke guncav a germî û şîtiyê de tên avdan, dema gihîştin rewşa çar-pênc pelî dê li cotkaran bêne belavkirin.

Bi saya projeyê, cotkar dê derfeta hilberînê bi şitilên biqalîte, xwedî koka bihêz û yên ku nexweşiyê hilnagerin bi dest bixin.

Proje dê dahata aborî ya cotkaran zêde bike

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, bi xebata ku dê pêk bîne armanc dike ku windahiyên berheman bi rêjeyeke mezin kêm bike, berhemdariya çandiniyê zêde bike, di heman demê de bi belavkirina çanda tovên xwemalî, girêdayîbûna cotkar a bi derve re biqedîne û asta dahata aborî bilind bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery