Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, ji piştgiriya hiqûqî heta danîna tewera navenda jiyana nû, ji serdanên taxan heta hevdîtinên navçeyan, dê gelek çalakiyan li dar bixe.
8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku destkeftiya têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê ye, îsal jî bi gelek çalakî û bernameyan tê pêşwazîkirin. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, di vê roja watedar de bi mebesta gihandina dengê jinan û nîşandana helwesteke xurt a li dijî nehevkariya zayendî, dê çalakiyên curbecur li dar bixe.
Bi Baroyê re protokol dê bê îmzekirin
Çalakî dê di 24ê Sibatê de bi "Protokola Alîkariya Edlî" ya ku dê bi Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê re bê îmzekirin, dest pê bikin. Ev protokol dê bibe gaveke girîng ji bo ku jin bi hêsanî bigihîjin mafên xwe yên hiqûqî û edalet ji bo hemû jinan bi awayekî wekhev pêk bê. Di heman rojê de, li navçeya Peyasê (Kayapinar) tewera Navenda Jiyanê ya Jinan dê bê danîn. Ev navend dê bibe qadeke girîng ku jin tê de bi piştgirî werin cem hev û li dijî her cûre tundî û cudakariyê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Xebatên hişyariyê
Di xebatên qadê de dê guh bidin dengê jinan. Di vê çarçoveyê de; li taxên Kaynartepe û Oglakli yên Rezanê (Baglar), li taxa Dîcleyê (Fiskaya) ya Bajarê Nû (Yenişehir) dê serdanên malan bêne kirin. Her wiha li taxa Mevlana Halit a Rezanê, taxa Şehitlik a Bajarê Nû, taxên Quça û Diclekent ên Peyasê û li navçeya Çermûkê bi belavkirina broşuran, dê hişyarî der barê giringiya 8ê Adarê de bê avakirin.
Li Hezro û Gêlê hevdîtina jinan
Di 25ê Sibatê de li Hezro û di 4ê Adarê de li navçeya Gêlê hevdîtinên jinan dê pêk werin. Di van hevdîtinan de dê peyamên xurt bêne dayîn ku her gavên jinan ên ji bo maf û azadiyê, parçeyek ji têkoşîna avakirina civakeke adil û wekhev e.
Li Sûrê serdana kargehan dê bê kirin
Li navçeya Sûrê kargehên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin jî dê bêne ziyaretkirin. Bi van serdanan, piştgirîkirina jinên ku li dijî pergala aborî ya zilampêşeng karê xwe ava kirine, tê armanckirin.
Â
