Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, beşdarî merasîma guhertina navê "Baxçeyê Gulan" a li navçeya Rezanê (Baglar) bûn ku navê wê wekî “Gulistana Zimanan” hat guhertin. Di parkê de bi navê 10 zimanên cuda yên ku di bin xetereya windabûnê de ne, kolan hatin avakirin û tabelayên pirzimanî lê hatin danîn.
Xebata ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin û bi hevkariya Tora Şopandin, Belgekirin û Raporkirina Mafên Ziman (DHÎBRA) ve li Gulistana navçeya Rezanê dihat meşandin, bi dawî bû. Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, navê parkê wekî “Gulistana Zimanan” hat guhertin; bi navê 10 zimanên cuda yên di bin xetereya windabûnê de ne kolan hatin avakirin û binavkirin.
Hat diyarkirin ku xebata li parkê hatiye kirin, armanc dike ku balê bikişîne ser zimanên bêstatû û yên di bin xetereya windabûnê de ne û van zimanan xuyayî bike. Park ji 10 kolanan pêk tê ku her yek nûnertiya zimanekî dike. Li ser tabelayên kolanan navê zimanê têkildar heye û dirûşma Roja Zimanê Dayikê ya îsal a “Ziman Hebûn e” jî li ser tabelayan hat nivîsandin.
Li her kolanê tabelayên agahdariyê hatin bicihkirin
Li her kolanê, tabelayên ku 20 peyvên wî zimanî li ser hene hatin danîn. Ji bo ku wergera peyvan bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Îngilîzî bê dîtin, kodên QR li tabelayan hatin zêdekirin. Mêvan dikarin bi rêya kodên QR agahiyan li ser zimanên têkildar bi dest bixin. Di sêwirana parkê de bal kişandin ser xwezayîbûn û estetîkê û hat destnîşankirin ku bi giranî malzemeyên darîn hatine bikaranîn.
Navên kolanên di parkê de
Navên kolanên di parkê de wiha ne:
“Kolana Kurmancî, Kolana Kirmanckî, Kolana Ermenî, Kolana Suryanî, Kolana Abhazî, Kolana Çerkezî, Kolana Lazî, Kolana Hemşînî, Kolana Romanî û Kolana Osetî.”
Merasîmek hat lidarxistin
Ji ber xebata nûkirinê ya li parkê merasîmek hat darxistin; ji bilî Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun; Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevşaredarên Peyasê Berivan Gulşen Sincar û Cengiz Dundar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Ceylan Akça, Adalet Kaya û Serhat Eren, Hevserokên Bajar ên DEM Partiyê Gulşen Ozer û Abbas Şahin, endamên meclîsê, serokên daîreyan, nûnerên saziyên civakî û welatî beşdar bûn.
Hevşaredar Hatun: Divê berpirsiyarî bê girtin
Hevşaredar Dogan Hatun di vekirina bernameyê de axivî û diyar kir ku ji bo ziman winda nebin divê berpirsiyarî bê girtin. Hatun got: “Ev xebata ku îro li vir hatiye kirin, xwe dispêre dîrokeke bi hezaran salan. Îro zimanên ku kêm tên bikaranîn, yan hatine asta windabûnê yan jî ji aliyê hin desthilatdaran ve hatine paşguhkirin. Ji ber vê yekê, me bi munasebeta 21ê Sibatê bal kişand ser wê yekê ku bi dehan zimanên li sînorên Tirkiyeyê ber bi windabûnê ve diçin û bi qirkirineke çandî re rû bi rû ne. Me destnîşan kir ku ji bo ev zimanine winda nebin divê berpirsiyariyeke giran bê girtin.”
‘Hemû ziman birûmet in’
Hatun diyar kir ku cihêrengiya zimanan nîşaneya dewlemendiya çandî ye û wiha domand:
“Wekî tê zanîn di vî welatî de di fermiyetê de tenê zimanek heye. Me îro di vê parkê de behsa 10 zimanên ku di bin xetereya windabûnê de ne kir. Ev xebateke berfireh e. Me her kolana vê parkê bi reng û dengê zimanekî xemiland; me navê her zimanekî da her kolanê û tabelayên wê bi peyvên wî zimanî nivîsandin. Banga me ya wekî şaredariyên Amedê ji bo hemû gelên ku zimanê wan bi xetereya windabûnê re rû bi rû ye ev e: Divê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em bang li berpirsiyaran jî dikin; hemû ziman birûmet in. Di welatekî de çiqas ziman hebin, ew welat ewqas dewlemend e û çanda wî ewqas kûr e. Heke hûn tenê zimanekî biparêzin, hûn dewlemendiya çandî, hunerî û zimanî ya wî welatî qut dikin; hûn deng û rengên cihêreng ên welat ditepisînin. Ev park dikare ji bo hemû Tirkiyeyê bibe mînakeke bedew a pirrengî û pirzimaniyê.”
‘Armanc xuyabarkirina zimanan e’
Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak jî diyar kir ku park bi armanca xuyabarkirina zimanên di bin xetereya windabûnê de hatine amadekirin. Baykuşak da zanîn ku daxuyaniya bi 25 zimanan hatî amadekirin wê bi Kurdî û Tirkî bê xwendin û bal kişand ser girîngiya perwerdehiyê û statûyê ji bo parastina zimanan.
‘Em ê ji bo pirzimaniyê zêdetir bixebitin’
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz jî diyar kir ku rêveberiyên herêmî dê ji bo pêşxistina xizmetên pirzimanî bi hûrgilî bixebitin. Ayaz got ku parastina cihêrengiya ziman a li bajêr di nav pêşekiyên wan de ye û ev park ji bo xebatên di vê qadê de gaveke nû ye.
Werger: Omer Dilsoz
