Hevşaredar Bucak, li konê fitarê yê Deriyê Çiyê bi gel re fitara xwe kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi boneya meha Remezanê, li konê fitarê yê ku li Meydana Deriyê Çiyê hatibû vegirtin, bi welatiyan re fitara xwe kir.

Konên fitarê yên Şaredariya Bajarê Mezin ku di seranserê meha Remezanê de li Meydana Deriyê Çiyê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Senê û Parka Mala Tenûrê ya navçeya Rezanê hatine avakirin, rojane xizmeta fitarê pêşkêşî 6 hezar û 500 kesan dikin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak; ligel Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Ceylan Akça, Adalet Kaya û Serhat Eren, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Ozer û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajêr Ahmet Dogan, serdana konê fitarê yê li Meydana Deriyê Çiyê kirin û bi welatiyan re hatin cem hev.

Hevşaredar Bucak, bi hatina dema fitarê re li ser heman sifreyê bi welatiyan re fitara xwe vekir, bi wan re sohbet kir û guhdariya daxwaz û pêşniyarên wan kir.

Di serdanê de hat destnîşankirin ku meha Remezanê meha piştgirî û parvekirinê ye. Konên fitarê yên Şaredariya Bajarê Mezin dê di seranserê mehê de li çar cihên cuda xizmeta gelê me bikin.

 

Image Gallery