Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de konsereke hunerî li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve hatin organîzekirin, mamoste û xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tigran konserek da.
Bernameya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistin, bi dîwana dengbêjan dest pê kir. Piştre mamoste û xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tigran bi zimanên Kurmancî, Kirmanckî, Ermenî û Suryanî stranên xwe pêşkêş kirin.
‘Em bawer dikin ku îro ruhê Aram Tîgran şad bûye’
Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, di bernameyê de axivî û bal kişand ser girîngiya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê. Yaş, gotinên Aram Tigran ên li ser aştî û muzîkê bi bîr xistin û wiha got: “Aram Tîgran digot; ‘Heke di destê min de bûya, min ê hemû çekên dinyayê bihelanda û ji hesinê wan amûrên muzîkê çêbikira. Min ê bi wan stran bigotana.’ Em bawer dikin ku îro ruhê wî li vir şa bûye.”
‘Ruhê Dîcle û Firatê îro li vir bi muzîkê deng vedide’
Yaş, bal kişand ser dewlemendiya dîrokî û çandî ya erdnîgariyê û destnîşan kir ku Dîcle û Firat di hafizeya vê axê de xwedî cihekî girîng in. Yaş wiha berdewam kir: “Ruhê Dîcle û Firatê ku mirovahî pê re hatiye avakirin, îro li vir bi muzîkê deng vedide. Em bi avahiya xwe ya pirzimanî û pirçandî nîşan didin ku jiyan berdewam dike.”
‘Cihgirtina ciwanan a li ser dikê hêviyê dide’
Yaş, diyar kir ku cihgirtina ciwanan a li ser dikê cihê hêviyê ye û hêvî kir ku tu ziman di bin zextê de nemîne û her kes bikaribe bi zimanê xwe bi azadî jiyana xwe bidomîne.
