Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li navçeya Çinarê hat lidarxistin bû.
Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKAP), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Parka Nûjiyan a navçeya Çinarê daxuyaniyek da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên jin ên şaredariyên navçeyan û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
Beriya bernameyê, jinan ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê heta Parka Nûjiyanê meşek pêk anîn. Di daxuyaniya li parkê de hat diyarkirin ku berxwedana bi pêşengiya jinan a li dijî polîtîkayên zext û tundiyê hêz digire û biryardariya avakirina jiyaneke demokratîk a jin-navend hat destnîşankirin.
Daxuyanî piştî gerandina govendê bi dawî bû.
Â
