Hevşaredaran mazûvaniya alîgirên Amedspor û Vansporê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beriya lîstika Amedspor û Vansporê, alîgirên her du tîman di fitarê de ezimandin.

Beriya pêşbirka hefteya 27’an a Lîga 1’emîn a TFF’ê ya li Stadyuma Diyarbekirê, hevdîtineke watedar pêk hat. Hevşaredar Serra Bucak û Dofan Hatun tevî Kluba Amedsporê, li saloneke konferansê ya li navçeya Kayapinarê bi alîgirên Amedspor û Vansporê re hatin bal hev.

'Ez alîgiran ji dil pîroz dikim'

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, bixêrhatina tîm û alîgirên Vansporê kir û destnîşan kir ku divê spor bibe amûreke ji bo zemînekî wekhevxwaz, azadîxwaz û aştiyane.

Bucak hêviya lîstikeke bi centilmenî xwest û bal kişand ser pêvajoya krîtîk a lîgê û daxwaza xwe ya 3 pûanan anî ziman. Bucak diyar kir ku carinan nêzîkatiyên nijadperest û yekperest sîberê dixe ser futbolê, lê yekîtiya alîgirên her du tîman li dijî vê yekê gelekî bi qîmet e. Bucak got: “Alîgirên Vanspor û Amedsporê ev çend roj in bûne yek. Ez we hemûyan ji dil pîroz dikim.”

'Biratiya me ji her tiştî girîngtir e'

Serokê Kluba Amedsporê Nahit Eren jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û hemû piştgiran kir û got ku spor ji bo aştî û biratiyê ye. Eren got: “Îro li vir ev biratî nîşan dan. Ez bawer dikim ku dê li stadê jî maçeke pir xweş çêbibe. Biratiya me ji her tiştî girîngtir e.”

Piştî bernameya fitarê, alîgirên her du tîman bi hev re derbasî Stadyuma Diyarbekirê bûn.

 

Image Gallery