Ji bo xwendekarên ku dê cara yekem bikevin YKS’ê piştgiriya xerca azmûnê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê xerca azmûnê ya xwendekarên pola 12’an ên ku dahata wan kêm e û cara yekem serî li YKS 2026’an dane, dabîn bike. Ji bo bernameya ku dê herî zêde 1.400 TL piştgirî bide her xwendekarekî, serlêdan dê di navbera 26’ê Sibatê û 8’ê Adarê de werin girtin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo xwendekarên pola 12’an ên ku dê cara yekem bikevin Azmûna Saziyên Perwerdehiya Bilind (YKS), “Bernameya Piştgiriya Xerca Azmûna YKS 2026’an” da destpêkirin. Bi vê bernameyê, armanc ew e ku piştgiriya xwendekarên ku ji ber rewşa dahata malbata xwe di dayîna xerca azmûnê de zehmetiyê dikişînin were kirin, da ku bi wekhevî bigihîjin mafê perwerdehiyê.

Kî dikare sûdê jê werbigire?

Xwendekarên ku dixwazin ji bernameyê sûd werbigirin, divê cara yekem be ku serî li YKS 2026’an a ji aliyê OSYM’ê ve tê kirin dabin, di sala perwerdehiyê ya 2025–2026’an de li kursa Akademiya Sûrê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeydkirî bin, li nav sînorên parêzgeha Amedê rûnên û di encama lêkolînê de were tespîtkirin ku dahata malbata wan hewceyî piştgiriya civakî ye.

Mîqdara piştgiriyê û rêbaza diravdanê

Piştgirî, wekî berdêla xerca azmûnê bi drav (nakit) tê dayîn û ji bo her xwendekarekî, bi şertê ku herî zêde bi du rûniştinan (TYT–AYT an TYT–ZIMAN) sînorkirî be, bi giştî 1.400 TL dravdan tê kirin. Dravdan ji bo xwendekarên ku serlêdana wan erênî encam dide, tenê ji bo IBAN’a velî yan jî wasî bi carekê de tê kirin.

Salname hat aşkerekirin

Serlêdan dê li ser pergala serlêdanê ya online a şaredariyê ji aliyê veliyan ve werin kirin. Li gorî salnameya bernameyê; piştgiriya ku di meha sibatê de hat ragihandin û serlêdanên wê yên online hatin vekirin, dê di navbera 26’ê Sibatê û 8’ê Adarê de pêvajoya barkirina belge û dekontan were meşandin. Di navbera 5–31’ê Adarê de lêkolînên dahatê werin kirin, di 1’ê Nîsanê de mafdar werin diyarkirin û di navbera 6–10’ê Nîsanê de jî dravdan werin pêkanîn.

Ji bo serlêdan û agahiyên berfireh hûn dikarin serî li navnîşana https://yksdestek.diyarbakir.bel.tr bidin.

 

Image Gallery