Ji Amedê peyama hevpar: Divê hevşaredar vegerin ser wezîfeyên xwe

Hevserokê Giştî yê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) li gel şaredarên bajêr û navçeyan daxuyaniyek da. Bakirhan diyar kir ku tayînkirina qeyûman "desteserkirina îradeya gel" e û bang kir ku li 13 şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, hevşaredar vegerin ser karê xwe.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Tuncer Bakirhan, li gel Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrim Demir û hevşaredarên din, li ber avahiya Şaredariya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku dawî li sepana qeyûman bê anîn û hevşaredar vegerin ser wezîfeyên xwe.

‘Divê dawî li şerma qeyûm bê anîn’

Bakirhan di daxuyaniyê de diyar kir ku ew bi mazûvaniya DBB’ê hatine cem hev û nîqaşên pir berdar kirine. Bakirhan anî ziman ku di pêvajoyên wiha girîng de hatina cem hev a bi kesên hilbijartî re hêzê dide wan û bi bîr xist ku tevgera siyasî ya Kurd ji sala 1999’an û vir ve xwedî ezmûneke şaredariyê ye.

Bakirhan wiha got: "Me ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî ji bo xizmeta demokratîk, şefaf, jinparêz, zarok û komên dezavantaj projeyên pir girîng pêk anîn. Îro me li ser tiştên ku me kirine û nekarîne bikin axivî; ji bo em bi hêztir li qadê bin me nîqaş kir. Em ê bikevin salvegera tayînkirina qeyûman, me qeyûm jî nîqaş kir. Sê serdem in îradeya gel tê desteserkirin. Ez ê tabloya şaredariyên ku qeyûm bi rê ve dibin neneqişînim, lê êdî qeyûm bûn şerma vî welatî. Divê ev şerm bê rakirin û dawî li desteserkirina îradeya gel bê anîn."

‘Gel helwesta xwe ya li dijî qeyûman nîşan da’

Bakirhan destnîşan kir ku gel li dijî qeyûman helwesta xwe nîşan daye û got ku di demekê de ku behsa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin, israra di qeyûman de ne rast e. Bakirhan wiha berdewam kir:

"Ahmet bi tenê têrî meqamê nake; divê Gulistan, Neslihan, Abdullah, Mehmet, Devrim, Sofya, Resul Emrah Şahan û hevşaredarên her 13 şaredariyên desteserkirî vegerin ser karê xwe. Ji bo vê yekê hewcedarî bi rêziknameyeke yasayî jî nîne. Di 4’ê Adarê de qeyûmên ku bi wezîfeya demkî hatine erkdarkirin, nabe ku ji nû ve werin erkdarkirin û divê hevşaredar vegerin ser karê xwe. Wezîrê Karên Hundir ê nû hat; ev rewş ji bo wezîr jî dibe testek û dikare tevkariyê li vê pêvajoyê bike. Em hêvî dikin ku ev bibe gava yekem."

Bakirhan anî ziman ku şaredariyên wan tevî hemû bêderfetiyan jî xizmetên xwe û projeyên xwe didomînin û got: "Madem êdî dema siyaseta demokratîk e, divê îktîdar dev ji helwesta xwe ya cudaxwaz berde û piştgiriyê bide şaredariyên me da ku projeyên jiyana gel hêsan dikin pêk bînin. Hevalên me 24 saetan ji bo jiyaneke rehet a welatiyan çi ji destê wan tê dikin. Heke kêmasiyek hebe, em rexnedayîna wê didin; em ê bi hev re kêmasiyan çareser bikin. Di heman demê de, di pêvajoyeke ku lêpirsîn û girtin di rêveberiyên herêmî de tune bin, em ê xizmeta gelê xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ku Remezan bibe wesîleya tiştên baş."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery