Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya sererastkirina peyzaja ketinên bajêr de, rêya Mêrdînê bi cureyên cuda yên dar û deviyan hêşîn dike û bi vî awayî xuyabûneke estetîk û modern dide kolanê.
Xebatên berfireh ên peyzajê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve bi armanca nûjenkirina rêyên Mêrdîn, Ruhayê, Xarpêt û Farqînê û her wiha ji bo zêdekirina ewlehiya peyayan û trafîkê hatine destpêkirin, berdewam dikin.
Di çarçoveya xebatên ku tê de ketinên bajêr ji nû ve tên sererastkirin, tîman li ser rêya Mêrdînê karên binesaziyê (kişandina xetên avdanê, çêkirina bordurên refûjan û lêzêdekirina axê) qedandin. Piştî xebatên binesaziyê, li refûjan darên ji cureyên cuda hatin çandin.
1129 dar hatin danîn
Di çarçoveya sererastkirina peyzajê de ku li çar ketinên bajêr bi giştî qadeke 78 kîlometreyî digire nav xwe, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li ser rêya Mêrdînê ya 22 kîlometreyî, li refûjên ku ji bo çandiniyê hatine amadekirin, bi navbera 6 metreyan 1129 dar çandin. Ev dar ji cureyên wekî; zeytûn, serwiya şîn, darçîn (mirtila hindî), şitla sûret, darê sincê û nanê çûçikan pêk tên.
Ji bo ku ev 1129 darên ku li gorî mercên hawirdorê hatine hilbijartin bi tenduristî mezin bibin, xebatên girêdana piştgiriyê (herek) jî hatin kirin.
Li refûjan 6 hezar û 325 devî hatin çandin
Tîman ji bilî çandina daran, ji bo xuyabûneke estetîktir, 6 hezar û 325 devî yên bi reng û cureyên cuda daçikilandin. Hat diyarkirin ku xebatên şînkirinê li gorî demsala çandina daran û di çarçoveya bernameya diyarkirî de dê bidomin.
Xebatên keskayî û avahîsaziyê berdewam dikin
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser rêya Mêrdînê ya 22 kîlometreyî, di beşa ji Çatirêyê Qantarê heta Taxa Palûkê de karên dagirtina axê û rastkirina erdê qedand. Di beşa navbera Kuruçeşmeyê û pira garaja navçeyan a kevin de jî, ji bo binê hesinên parastinê yên refûja navîn betona "hatıl" hat rijandin. Xebatên montajkirina hesinên parastinê (ferforje) jî berdewam dikin.
Cih dê bibe hêmanên peyzaja hişk jî
Hat ragihandin ku ji bo parastina çavkaniyên avê û veguhastina wan ji bo nifşên pêşerojê, di xebatên sererastkirina rêya Mêrdînê de dê cih bidin hêmanên peyzaja hişk jî.
Rêya Mêrdînê dê bibe xwedî dîmenekî modern
Rêya Mêrdînê ku yek ji korîdorên herî qerebalat ên veguhastina bajêr e, bi temamkirina xebatên keskayî û amûrên avahîsaziyê, dê bibe xwedî dîmenekî nûjen û estetîk.
Werger: Omer Dilsoz
Â
