Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji ber meha Remezanê li konên fitarê yên ku li Meydana Deriyê Çiyê û li navçeya Rezanê (Baxlar) li Parka Mala Tenûrê hatine vegirtin, bi welatiyan re fitara xwe kirin.
Konên fitarê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di seranserê meha Remezanê de li Meydana Deriyê Çiyê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Senê û li navçeya Rezanê li Parka Mala Tenûrê hatine vegirtin, rojane xizmeta 6 hezar û 500 kesî dikin. Bernameyên fitarê yên ku çanda piştgirî û parvekirinê xurt dikin, li cihên cuda yên bajêr bi hezaran welatiyan li ser heman sifreyê tîne cem hev.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, li konê fitarê yê li Parka Mala Tenûrê ya navçeya Rezanê bi welatiyan re hat cem hev; Hevşaredar Dogan Hatun jî beşdarî bernameya fitarê ya li Meydana Deriyê Çiyê bû. Hevşaredarên ku beriya fitarê yek bi yek silav dan welatiyên ku kon dagirtibûn, li ser maseyan geriyan û sohbet kirin, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kirin.
Hevşaredarên ku bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin, bal kişandin ser wê yekê ku meha Remezanê hestên piştgirî, parvekirin û yekîtiyê xurt dike û di konên fitarê de bi welatiyan re fitara xwe kirin.
Di bernameyê de; Hevberdevkê Meclîsa DBB’ê Ayhan Karatekin, Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.
Â
