Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zindîkirina nirxên çandî, berpirsiyariya civakî û piştgiriya civakî, ji meha kanûnê ve bi giştî 732 sedir û 1464 adet sehpa li malên şînê belav kirin.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi armanca xurtkirina piştgiriya civakî, ji bo malên şînê belavkirina kursî û sehpayên darîn ên belaş dike. Amûrên ku li gorî daxwazên hatî kirin û tespîtên yekeyên peywendîdar hatine amadekirin, ji aliyê tîman ve li navnîşanên diyarkirî tên teslîmkirin.
732 sedir bi awayekî belaş hatin belavkirin
Di çarçoveya xebata ku bi taybetî taxên gundan hatine pêşîgirtin, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji Kanûna 2025'an û vir ve bi giştî 732 sedir û 1464 adet sehpa gihandin malên şînê.
Tîmên ku di çarçoveya bernameya diyarkirî de amûran teslîmî taxên nêzî hev dikin, li Taxa Gomeyê Hecî Dewêşî ya navçeya Hezroyê ku ji 40 malbatî pêk tê, amûr bi alîkariya şêniyên taxê birin Mala Şînê û lê siwar kirin.
‘Kêmasiya me ya mobîlyayan hebû’
Yek ji şêniyên Taxa Gomeyê Hecî Derwêşî Mevlut Huseyinoglu, diyar kir ku mala şînê bi piştgiriya gundê wan û gundên derdorê hatiye avakirin û anî ziman ku bi taybetî di demên şînê de kêmasiya kursî û sehpayan dikişandin. Huseyinoglu got: “Dema me mêvanên xwe dihewandin, kêmasiya me ya mobîlyayan hebû. Bi saya şaredariyê em ji vî barî rizgar bûn.”
‘Bi saya vê xizmetê kêmasiyeke girîng hat rakirin’
Şêniyekî din ê taxê Mehmet Ocak jî diyar kir ku mala şînê ya ku di heman demê de xizmetê dide jin û mêran, neçar diman ku kursî û sehpayên wê ji cihên cuda peyda bikin û wiha axivî: “Bi saya vê xizmetê kêmasiyeke girîng hat rakirin. Em spasiya şaredariya xwe dikin.”
Welatiyê bi navê Medeni Huseyinoglu jî bi bîr xist ku berê şîn di konan de dihatin danîn, piştî avakirina mala şînê jî hewcedariya mase û kursiyan bûbû pirsgirêkeke mezin.
Piştgiriya mobîlyayan a belaş dê berdewam bike
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, dê li seranserê bajêr û bi taybetî li taxên gundan, piştgiriya mobîlyayên belaş ji bo malên şînê berdewam bike.
