Li Çermûk û Erxeniyê xebata 8’ê Adarê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li navçeyên Çermûk û Erxeniyê li meydanên bazarê bi jinan re hat bal hev û belavkirina broşuran pêk anî.

Çalakiyên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li navçeyên Çermûk û Erxeniyê berdewam kirin. Di xebatên ku li meydanên bazarê yên navçeyan hatin meşandin de, broşurên agahdarkirinê yên ji bo jinan hatin belavkirin.

Li Çermûkê, nûnerên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û endamên meclîsê beşdarî çalakiya ku hatî organîzekirin bûn. Tîmên ku li bazarê bi jinan re hatin bal hev, li ser paşxaneya dîrokî ya 8’ê Adarê, xuyabûna keda jinan û girîngiya têkoşîna mafan agahdarî dan.

Li Erxeniyê jî Hevşaredara Erganiyê Birsen Azak Bayar, endamên meclîsê, xebatkarên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Midûriyeta Şaxa Polîtîkayên Jinan beşdarî xebatê bûn. Li meydana bazarê broşur gihandin jinan û hat destnîşankirin ku 8’ê Adarê ne tenê rojeke bîranînê ye, rojeke têkoşîna navneteweyî ye ku tê de daxwaza wekhevî û azadiyê tê bilindkirin.

Di xebatên ku broşurên bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hatine amadekirin hatin parvekirin de, bal hat kişandin ser rola piştgiriya jinan a li dijî pergala mêrserwer. Bi serdan û hevdîtinan hat armanckirin ku hişmendiya derbarê mafên jinan derkeve holê û torên piştgiriyê yên herêmî xurt bibin.

‘Hevdîtinên me dê berdewam bikin’

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer a ku derbarê xebatan de agahî dan, diyar kir ku bernameyên di çarçoveya 8’ê Adarê de hefteya borî hatine destpêkirin û wiha axivî:

“Wekî Serokatiya Daîreyê, em xebatên xwe yên di çarçoveya 8’ê Adarê de ku me hefteya borî dabû destpêkirin berdewam dikin. Em li tax, bazar û gundan bi jinan re tên bal hev. Ji bo 8’ê Adarê em bi piştgiriya hevdu van celeb hevdîtinan pêk tînin. Îro danê sibê em li Çermûkê bûn. Me li pazara Çermûkê bi hevalên jin re hevdîtin kir. Me çalakiya xwe ya belavkirina broşuran pêk anî. Niha em li pazara Erxeniyê ne. Li Erxeniyê jî em bi hevalên jin ên li meydana bazarê re hatin bal hev. Ev hevdîtinên me dê berdewam bikin. Helbet em ê tenê bi xebatên 8’ê Adarê sînor nemînin; em ê li tax û gundan bi jinan re li ser hemû wekhevî û cudakariyên ku em wek jin dijîn biaxivîn û ji bo dabînkirina piştgiriyê di rojên bi vî rengî de xebatên xwe bidomînin.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31