Bi organîzasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û MEB AKUBê, di çarçoveya 1-7’ê Adarê Hefteya Erdhejê de, bi mebesta avakirina hişmendiya li dijî afatan û fêrbûna reftarên rast ên xwendekaran di dema erdhejê de, li Lîseya Werzîşê ya Amedê tetbîqat hat lidarxistin.
Di tetbîqata ku bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Karên Afatê û Birêvebirina Rîskê û Yekîtiya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB AKUB) li Lîseya Werzîşê ya Amedê hat kirin de, 37 xebatkar û 355 xwendekar beşdar bûn. Di tetbîqatê de ekîbên saziyên cuda bi awayekî koordîneyî wezîfe girtin û destwerdanên ku di rewşeke afatê de bên kirin, bi awayekî pratîkî nîşan dan. Di xebatê de 5 neferên Îtfaiyeyê, 8 ermanberên Serokatiya Daîreya Karên Afatê û Birêvebirina Rîskê ya Şaredariya Bajarê Mezin, 29 MEB AKUB, 8 UMKE û 6 neferên AFADê wezîfe girtin.
Tecrubeyên di erdhejê de hatine jiyîn hatin parvekirin
Beriya sepandina tetbîqatê, ji aliyê sê ekîbên cuda ve di sê polên cuda de ji bo xwendekarên lîseyê der barê tiştên ku di rewşên afatê de, bi taybetî di erdhejê de bên kirin, agahdarî hat dayîn. Di perwerdeya ku ekîban tecrubeyên xwe yên di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wê navçeyên Pazarcik û Elbistana Mereşê bûn parve kirin de, xwendekaran derfeta pirsîna pirsên li ser afatan dîtin.
Perwerdeya teorîk bi sepandinê hat xurtkirin
Piştî perwerdeyên teorîk, di çarçoveya tetbîqatê de li gorî senaryoyê piştî erdheja ku çêbû, xwendekar bi awayekî ewle hatin texliyekirin. Ji aliyê ekîban ve xebatên wekî rizgarkirina birîndarên di bin enkazê de mane, destwerdana yekemîn a tenduristiyê û sewqkirina wan a ji bo qadên ewle bi awayekî pratîkî hatin kirin.
Bi tetbîqatê re beşdarî hişmendiya afatê ya xwendekaran hat kirin û hat armanc kirin ku koordînasyona di navbera saziyan de jî xurt bibe.
Şaredariya Bajarê Mezin, dê xebatên xwe yên agahdarkirina welatiyan ên ji bo afat û rewşên lezgîn berdewam bike.
Â
