Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo binesaziya Nexweşxaneya Bajêr a ku avakirina wê berdewam dike, xebatên kanalîzasyon û xetên ava baranê li qadê bi hev re dimeşîne. DÎSKÎ amadekariyan dike ku beriya nexweşxane bikeve ber xizmetê, binesaziyeke bi hêz û têrker ava bike. Proje li gorî daxwaza zêde ya di paşerojê de hatiye plankirin.
Xeta kanalîzasyonê
Ji bo birêvebirina ava qirêj a qada nexweşxaneyê, xebatên li ser xeteke nêzî 800 metre dest pê kirine. Ev xebat bi alîkariya gelek makîneyên kar û xebatkarên teknîkî bi awayekî gur tên meşandin.
Avakirina xeta ava baranê
Ligel xeta kanalîzasyonê, xebatên danîna xeta ava baranê ya bi dirêjahiya 3 hezar û 700 metre jî berdewam dikin. Heta niha hezar metre ji vê xetê hatiye qedandin. Ev xet ji bo ku ava baranê ya kampusa nexweşxaneyê û derdora wê bi awayekî ewle veguhêzin, hatine sêwirandin. Bi qedandina xebatan re, dê rîska lehiyê û kombûna avê li herêmê kêm bibe.
‘Em xetê li gorî kapasîteyê ava dikin’
Midûrê Şubeya Avakirina Kanalan Huseyin Karatekin, der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku dema nexweşxane vebe dê barekî giran ê ava qirêj çêbibe. Karatekin got:
“Em vê hewcedariyê dibînin û xetê li gorî kapasîteya hatî plankirin ava dikin. Armanca me ew e ku gava nexweşxane dest bi kar kir, tu pirsgirêkên binesaziyê derneyên.”
