Ji bo têkoşîna li dijî tîryakê li bajêr lêgerîna çareseriya hevpar

Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ên ku beşdarî civîna "Tîryak, Pêdiviya Bajêr û Modela Çareseriya Hevpar" a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin bûn, diyar kirin ku di têkoşîna li dijî tîryakê de divê şaredarî, civaka sivîl û cîhana karsaziyê bi hev re tevbigerin û ji bo avakirina navendên nû yên şêwirmendî û rehabîlîtasyonê banga piştgiriyê kirin.

Ji aliyê Navenda Perwerde û Şêwirmendiya Tiryakiya Madeyan a ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi sernavê “Tîryak, Pêdiviya Bajêr û Modela Çareseriya Hevpar” civînek hat lidarxistin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, karsaz û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn ku bi armanca pêşxistina rêyên çareseriyê yên hevpar ligel rêveberiyên herêmî, cîhana karsaziyê û pêkhateyên din ên bajêr hat lidarxistin.

Hevşaredar Bucak: Tîryak ji bo civakê pirsgirêkek sotîner e

Hevşaredar Serra Bucak di civînê de axivî û diyar kir ku pirsgirêka tîryakê ji bo civakê encamên pir şewatbar û wêranker derdixe holê, lewma ew bi beşên cuda re li çareseriyê digerin. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew dizanin ku hejmara wan ne kêm e, lê wan xwestiye destpêkê bi tîmeke tengtir dest pê bikin. Bucak diyar kir ku armanca wan ew e ku vê hevdîtinê bi kesên ku dikarin di qadên cuda yên xebatê de piştgiriyê bidin pêk bînin û wan xwestiye civîneke ku saziyên civakî yên sivîl û saziyên girîng ên mîna baroyê ligel wan bin û rêberiya wan bikin, li dar bixin.

‘Me di demeke kurt de rêyeke girîng biriye’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku piştî ku beriya sal û nîvekê hatine hilbijartin, di demeke kurt de biryar dane ku di mijara têkoşîna li dijî tîryakê de gavan bihavêjin û wiha got: “Divê me di zûtirîn dem de cihekî piçûk be jî ava bikira. Me bi lez û bez îstîhdam kir. Me bi 3-4 hevalên xwe yên ku di vê qadê de xebitîbûn dest pê kir. Me cihekî piçûk ava kir. Îro dema min li vîdyoyan temaşe dikir, min fam kir ku me çi qas rê biriye. Baş e ku me hilbijartineke wiha kiriye. Baş e ku me di gava yekem de cihekî wisa piçûk be jî veguhertiye vê û ev tîm ava kiriye. Lê îro hêviya min jî ewqas zêde bû.”

‘Wek bajêr em dikarin bi hev re bêtir bikin’

Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku divê hemû beşên bajêr bi hev re tevbigerin û got: “Heke me di demeke kurt de ev kar kiribe, wekî bajêr bi hemû pêkhateyên xwe ve hêz û vîna me heye ku em bi girtina destên hevdu 4-5 qatî vê yekê bikin. Di raya giştî û çapemeniyê de pir tê gotin ku qey Amed li Tirkiyeyê di vê mijarê de serkêş e. Nexêr, ne wisa ye, ev tenê têgihiştinek e. Bêguman em naxwazin li tu bajarên vî welatî ev tişt bibe. Em hemû dikarin xwe deynin cihê wan dayik, bav û kesan. Ez bawer dikim ku em dikarin vê bikin, me empatiyê ava kiriye û em dibînin ku ev yek çi qas barekî giran e.”

Rola rêveberiyên herêmî pir girîng e’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku rêveberiyên herêmî dikarin di vê têkoşînê de roleke girîng bilîzin û got: “Lê em di heman demê de saziyên xwedî berpirsiyarî û rêveberiyên herêmî ne ku ji bo guhertin û veguherandinê hene. Bi rastî em dixwazin tekezî li ser rêveberiyên herêmî wiha pênase bikin: Em behsa mijarekê dikin ku ne tenê hevşaredar û rêveberiyên hilbijartî yên şaredariyan, lê di wateyeke berfireh de hemû rêveberiyên herêmî; ji saziyên civakî yên sivîl bigire heta meclîsên bajêr û cîhana karsaziyê, her kes dikare tê de cih bigire û bibe yek laş. Ez wisa difikirim ku em wek Diyarbekir dikarin di vê mijarê de bibin mînakeke pir cidî hem ji bo herêmê û hem jî ji bo Tirkiyeyê.”

‘Em dikarin xizmetê bidin bajarên herêmê’

Hevşaredar Bucak anî ziman ku bi biryarên ku li vir bên girtin û koordînasyona ku bê dabînkirin, heke hêza maddî û manewî bibe yek û hemû derfetên bajêr bên seferberkirin û xebatên berbiçav bên zêdekirin, ew pir baş dizanin ku dikarin ne tenê ji bo Diyarbekirê, ji bo hemû bajarên herêmê xizmetên şêwirmendî û dermankirinê yên bi razan û bê razan pêşkêş bikin û piştgiriyeke xurt bidin.

‘Em dixwazin xebatên berbiçav bi hev re geş û gur bikin’

Hevşaredar Bucak bal kişand ser ruhê seferberiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di encama xebatên hatine kirin de, em bi mebesta ku bi ruhê seferberiyê vê mijarê hem di qada herêmî de û hem jî li Enqereyê, di siyaseta giştî de bixin ser rêçeke rast. Di qada herêmî de em dikarin bibin kiryar û rêveberên vê yekê. Dîsa li Enqereyê, di serî de DEM Partî, em dikarin têkoşîna li dijî tîryakê ku pirsgirêka şewatbar a Tirkiyeyê û herêma me ye, bixin navenda bala hemû partiyên din. Em dixwazin xebatên berbiçav bi we re bi hev re mezin bikin.”

Hevşaredar Hatun: Herî kêm pêdivî bi çar navendên nû yên şêwirmendiyê heye

Hevşaredar Dogan Hatun jî di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya daneyên ku bi xebatên qadê hatine bidestxistin û got: “Daneyên berbiçav û cidî hene. Lêkolînên qadê wek sembolîk li sê navçeyan hatin kirin, lê daneyên me yên qadê yên ji bo navenda bajêr jî hene. Me hemû bajêr kola. Hem ji bo hişmendiyê û hem jî ji bo rêbazên parastin û pêşxistinê rêzek xebat hatin meşandin. Bi taybetî bi banga hestiyariyê ya Platforma Şiyar Be, bi piştgiriya beşên me yên din, saziyên civakî yên sivîl û piştgiriya zanistî ya Meclîsa Tenduristiyê ya Konseya Bajêr, em gihîştin nuqteyek baş. Me li ber xwe danî ku em dikarin bi nêzîkbûneke rast û bi pêşniyarên çareseriyê yên berbiçav vê mijarê bi sebir birêve bibin.”

Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku rewşa heyî têrê nake û wiha got: “Wekî rêveberiyên herêmî niha navendeke me ya şêwirmendiyê heye. Lê li vî bajarî tenê navendek têrê nake. Herî kêm pêdivî bi çar navendên nû yên şêwirmendiyê heye. Divê ev navend ne tenê li navenda bajêr, li navçeyên cuda jî bin. Şert e ku gavên berbiçav û lezgîn bên avêtin.”

‘Em dikarin projeyên berbiçav pêş bixin’

Hevşaredar Hatun bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî û pêkhateyên din ên bajêr û got: “Em di van xebatan de ne tenê hişmendiyê ava dikin. Bi hevkariya hemû pêkhateyên bajêr û bi yekkirina hêzên xwe yên maddî û manewî em dikarin projeyên berbiçav pêş bixin. Ev xebatina wê ne tenê ji bo Diyarbekirê, wê xwedî kapasîteya şêwirmendî û piştgiriyê ji bo bajarên din ên herêmê jî bin.”

‘Yek ji hêmanên herî krîtîk ruhê piştgiriyê ye’

Hevşaredar Hatun bal kişand ser girîngiya piştgiriyê û wiha axivî: “Yek ji hêmanên herî krîtîk di vê mijarê de ruhê piştgiriyê ye. Bi nirxandina raman, fikir û pêşniyarên li vir, bi plankirina tiştên ku em dikarin bikin û heke nuqteyên me yên kêm hebin bi temamkirina wan a bi hev re, em dikarin li seranserê bajêr têkoşîneke bi bandor bimeşînin.”

Di civînê de pêşkêşî hat kirin

Di pêşkêşîya ku di civînê de hat kirin de, ji bo ku di têkoşîna li dijî tîryakê ya li Diyarbekirê de encamên bi bandor bên girtin, bal kişandin ser van pêdiviyan: “Tîmên piştgiriyê yên mobil ên ku her tim li qadê dixebitin, qadên dermankirin û rehabîlîtasyonê yên ewle û cuda ji bo jin û zarokan, navendeke cemandinê ku dermankirin û rehabîlîtasyonê bi hev re dimeşîne, xizmetên piştgiriya psîko-sosyal ên ku li gorî çandê bin û bi zimanê dayikê bin, binesaziya dermankirin û rehabîlîtasyonê ya ku dikare serlêdanên bajarên herêmê jî pêşwazî bike û belavkirina xizmetên parastin û pêşîlêgirtinê.”

Peyama piştgiriyê ji beşdaran

Karsaz û nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên beşdarî civînê bûn jî diyar kirin ku divê di mijara têkoşîna li dijî tîryakê de bi hev re tevbigerin. Beşdaran diyar kirin ku lidarxistina civîneke bi vî rengî girîng e û anîn ziman ku bi têkoşîneke bi bandor û civakî re pirsgirêk dikare were çareserkirin. Beşdaran diyar kirin ku ew amade ne piştgiriyê bidin pêvajoyê û nirxandina "Divê mirov berpirsiyariyê bigire û heke pêwîst be rîskê jî bigire" kirin.

Beşdaran bal kişandin ser girîngiya arastekirina ciwanan ber bi qadên werzîşê û civakî ve û diyar kirin ku divê park, qadên werzîşê û çalakiyên civakî bên zêdekirin.

Beşdaran her wiha destnîşan kir ku avakirina navendeke baş a ji bo têkoşîna li dijî madeyên narkotîk û tîryakê, xwedîderketin û hevparî girîngiyeke mezin dide.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31