Xebatên 8’ê Adarê: 600 mal hatin ziyaretkirin û li bazaran broşur hatin belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li bazarên taxan broşur belav kirin û li navçeyên Peyas û Bajarê Nû 600 mal ziyaret kirin.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve ji bo 8’ê Adarê tên organîzekirin li seranserê bajêr berdewam dikin. Bi armanca xurtkirina piştevaniyê, bi xebata hevpar a Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan û Navendên Jiyana Jinan, li navçeyên Peyas û Bajarê Nû serdanên malan û xebatên agahdarkirinê hatin meşandin. Di çarçoveya xebatan de jin der barê wate û girîngiya 8’ê Adarê de hatin agahdarkirin û daxwaz û pêşniyarên wan hatin guhdarkirin.

Li bazara taxê belavkirina broşuran

Li bazara ku li Taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasê hat avakirin, ji nêzî 300 jinan re broşurên 8’ê Adarê yên ku bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Di xebata li qada bazarê de bal hat kişandin ser girîngiya piştevaniyê û têkoşîna hevpar.

600 mal hatin ziyaretkirin

Di çarçoveya xebatên qadê de, li Taxa Quçayê ya navçeya Peyasê 200 mal û li Taxa Dîcleyê ya navçeya Bajarê Nû 400 mal hatin ziyaretkirin. Di serdanên malan de broşurên 8’ê Adarê gihandin jinan, girîngiya dîrokî ya vê rojê hat bibîrxistin û bal hat kişandin ser rola jinê ya di têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê de.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, dê mezinkirina piştevaniya jinê û xurtkirina jinan di her qada jiyana civakî de bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31