Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê, li ser guncavnebûna ava sondajan a li gorî pîvanên ava vexwarinê, li herêma Axmeşata Sûrê û Aynetiya Jêrî ya Yenîşehîrê du tesîsên parzûnkirina ava vexwarinê ya pakêt ava dike. Di çarçoveya projeyê de hem av dê bê polînkirin hem jî binesaziya ava vexwarinê ya taxan dê bê nûkirin.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li ser encamên analîzên ava sondajê yên li taxa Axmeşatê ya navçeya Sûrê û taxa Aynetiya Jêrî a navçeya Yenîşehîrê xebateke nû ya binesaziyê dide destpêkirin. Piştî ku hat tespîtkirin ku ava van sondajan li gorî "Rêziknameya li ser Avên ji bo Armancên Serfkirina Mirovan" ne di nav pîvanên guncav de ne, biryar hat girtin ku tesîsên parzûnkirinê werin avakirin. Bi van tesîsên pakêt, hedef ew e ku ava xav bê parzûnkirin û bi awayekî saxlem pêşkêşî welatiyan bê kirin.
Ava sondajan dê bê polînkirin û ava vexwarinê ya ewle bê dabînkirin
Di çarçoveya projeyê de, li her du taxan du tesîsên parzûnkirina ava vexwarinê yên pakêt ku kapasîteya wan di saniyeyê de 2 lître ye, dê bêne sazkirin. Ava xav a ku ji bîrên sondajê tê girtin; dê di warê şêlobûn, reng, hesin, mangan, arsenîk û pîvanên bakteriyolojîk de bê analîzkirin û parzûnkirin. Bi saya pergala ku dê bê sazkirin, av dê li gorî pîvanên referansê yên rêziknameyê bê amadekirin û bête dayîn.
Binesaziya ava vexwarinê jî dê bê nûkirin
Li gel avakirina tesîsên parzûnkirinê, binesaziya ava vexwarinê ya taxên navborî jî dê bê nûkirin. Ev xebat di çarçoveya projeya "Karê Çêkirina Sondaj, ENH, Pompa, Depoya Ava Vexwarinê û Tesîsa Torê ya li Cihên Cuda yên li Seranserê Parêzgeha Amedê" de têne meşandin. Bi vî awayî, hem kalîteya ava vexwarinê dê bilind bibe hem jî binesaziya taxan dê bi awayekî saxlemtir û domdartir bixebite.
‘Armanca me dabînkirina ava vexwarinê ya ewle ye’
Midûrê Şaxa Karûbarên Ava Vexwarinê Mesut Anar, der barê projeyê de agahî dan û diyar kir ku piştî analîzên ava sondajê, hewcedariya parzûnkirinê bi awayekî zelal derketiye holê. Anar wiha got: “Di analîzên me de hat dîtin ku hinek pîvan li ser nirxên sînor in. Bi saya tesîsên parzûnkirinê yên pakêt ku em ê ava bikin, em ê ava xav di hemû qonaxên parzûnkirinê re derbas bikin û bikin rewşeke saxlem. Armanca me ya bingehîn ew e ku welatiyên me bi awayekî bênavber bigihîjin ava saxlem ku mafê wan ê herî xwezayî ye.”
