Sporvanên Klûba Atletîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Şampiyoniya Salonê ya U14 a Tirkiyeyê ya bi navê Ozcan Kutlu ku li Bursayê hat lidarxistin de pileya girîng bi dest xistin. Zelal Bekmez bû duyemîna Tirkiyeyê, Furkan Alihan jî bû sêyemînê Tirkiyeyê û derketin ser kursiyê.
Sporvanên klûba atletîzmê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatî avakirin, bi serkeftinên xwe yên li Bursayê mafê derketina ser kursiyê wergirtin. Di şampiyoniya ku di navbera 27ê Sibatê û 1ê Adarê de pêk hat de, sporvanan di kategoriya meşa 2 hezar metreyî de li dijî gelek atletan têkoşiyan.
Du sporvanên piçûk mafê derketina ser kursiyê bi dest xistin
Piştî pêşbirka dijwar, sporvanên ku bi formaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkoşiyan pileya girîng girtin. Zelal Bekmez, bi pileya 10.37an bû duyemîna Tirkiyeyê û madalyaya zîv bir malê. Furkan Alihan jî bi pileya 10.35an bû sêyemînê Tirkiyeyê. Di heman kategoriyê de Kerem Faruk Sabaz jî pêşbirka xwe di rêza şeşemîn de qedand.
Antrenman dê berdewam bikin
Sporvanên piçûk ên ku bi madalyayan vegeriyan, niha bala xwe dane hedefên nû. Sporvanên ku xwe ji bo tûrnûvayên neteweyî yên li bajarên cuda amade dikin, di çarçoveya bernameya antrenmanê de xebatên xwe didomînin. Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên xwe yên ji bo qezenckirina sporvanên jêhatî yên nû berdewam bike.
‘Armanca min a herî mezin di Şampiyoniya Ewropayê de bezîn e’
Zelal Bekmez a serkeftî diyar kir ku ew du sal in bi atletîzmê re eleqedar dibe û bi rêberiya mamosteyê xwe yê perwerdehiya bedenê dest bi klûbê kiriye. Bekmez got: "Hedefa min a herî mezin di Şampiyoniya Ewropayê de bezîn e. Ez bi dîsîplîn dixebitim û spasiya klûba xwe dikim."
‘Ez ji atletîzmê hez dikim’
Sporvanê 12 salî Furkan Alihan jî destnîşan kir ku ew ji ber hezkirina atletîzmê dest bi sporê kiriye û dixwaze di pêşerojê de di tîma neteweyî de cih bigire û beşdarî şampiyoniyên Ewropayê bibe.
‘Bi saya derfetên DBB’ê me dest bi xebateke birêkûpêk kir’
Alihan diyar kir ku bi saya Şaredariya Bajarê Mezin ew bi awayekî birêkûpêk dixebitin û bang li zarokan kir ku dest bi atletîzmê bikin.
‘Di bin banê DBB’ê de 25 sporvan hene’
Antrenor Îbrahîm Îpek ê ku ji sala 2021an û vir ve perwerdekarî dike, diyar kir ku di Klûba Atletîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin de 25 sporvan xebatên xwe dimeşînin. Îpek bal kişand ser vê yekê ku wan di vê sezonê de heta niha 4 madalya bi dest xistine.
‘Pêşînî anîna zarokan a ji bo sporê ye’
Îpek di nirxandina xwe de wiha got: “Em dixwazin berî her tiştî zarokan bi sporê re bînin cem hev. Armanca me ew e ku em zarokan ji adetên xerab ên li kolanan dûr bixin û wan bi sporê bidin naskirin da ku di pêşerojê de bibin xwedî serkeftinên mezin.”
