Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Dijî Madeyên Hişber a ku tê plankirin li bajêr were avakirin, li gelek qadan lêkolîn pêkanîn.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Doğan Hatun, piştî civîna “Madeyên Hişber, Pêdiviya Bajêr û Modela Çareseriya Hevbeş” a ku di 6ê Adarê de hatibû lidarxistin, ji bo Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Dijî Madeyên Hişber lêkolînên qadê kirin. Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê yekeyên peywendîdar ên Şaredariya Bajarê Mezin ve tên meşandin de, ew qadên ku navend lê were avakirin li ser cihê wan hatin nirxandin.
Di çarçoveya xebatên ku bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daîreya Karên Fenê û Serokatiya Daîreya Avahîsazî û Bajarvaniyê têne meşandin de, lêkolîna yekem li Taxa Habeşî ya ser bi navçeya Rezanê ve hat kirin. Hevşaredaran li vir derbarê rewşa fîzîkî ya qadê û îmkanên teknîkî yên ji bo avakirina navendê de ji yekeyên peywendîdar agahî girtin.
Piştre Hevşaredar Bucak û Hatun derbasî Taxa Qavûş a navçeya Sûrê bûn û li wir jî qadên alternatîf ên ku navend lê were avakirin, li ser cihê wan lêkolîn kirin û nirxandin pêkanîn.
Di çarçoveya bernameyê de herî dawî garaja kevin a navçeyê ya li Taxa Şehitlik a navçeya Yenişehirê ku hatibû valakirin, hat ziyaretkirin. Hevşaredar, tevî Hevşaredarê Şaredariya Yenişehirê Mehmet Ergun li qada navborî lêkolîn kirin û derbarê îmkanên bikaranîna qadê ya ji bo avakirina navendê de nirxandin pêkanîn.
Di dema ziyaretan de Hevşaredar Bucak û Hatun, derbarê qadên ku lêkolîn lê hatine kirin de bi berpirsên yekeyên peywendîdar re danûstandina ramanê kirin.
Di lêkolînên qadê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê DBBê Aziz Ozdogan û serokên daîreyên peywendîdar ligel Hevşaredaran bûn.
