Sindoqa Çîrokan hat danîn, pirtûk ji bo zarokan tên komkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku zarok bigihîjin pirtûkan projeya “Sindoqa Çîrokan” da destpêkirin. Pirtûkên çîrokan ên ku di çarçoveya projeyê de bên komkirin, dê bigihîjin zarokên li navçeyên navendî û taxên gundewar.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku zarok bigihîjin pirtûkan û xwesteka xwendinê di nava wan de xurt bibe projeyeke nû xist meriyetê. Projeya “Sindoqa Çîrokan” ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve tê birêvebirin, armanc dike ku pirtûkên çîrokan bigihîne destê zarokan.

Di çarçoveya projeyê de, bi diyarkirina pirtûkan ji bo xwendekar û zarokan, tê armanckirin ku ew nirxên çandî binasin, fêrî xwendina pirtûkan bibin û di warê civakî de pêş bikevin. Di vê çarçoveyê de, li deverên diyarkirî yên bajêr sindoq hatin bicihkirin û tê hêvîkirin ku welatî piştgiriyê bidin vê projeyê.

Li sê cihên bajêr sindoq hatin bicihkirin

Di çarçoveya projeyê de; li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û li Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerparkê “Sindoqa Çîrokan” hat bicihkirin. Pirtûkên ku li van deran bên hiştin, dê bên komkirin û bigihîjin destê zarokên hewcedar.

Tê plankirin ku pirtûkên komkirî, ne tenê li navçeyên navendî, her wiha li taxên gundewar jî bigihîjin destê zarokan. Bi vî awayî armanc ew e ku bêtir zarok bigihîjin pirtûkan û çanda xwendinê berfireh bibe.

Pirtûk dê bigihîjin destê zarokan

Pêvajoya komkirin û belavkirina pirtûkên çîrokan dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve bê meşandin. Bi piştgiriya welatiyan, pirtûkên çîrokan ên ku bên komkirin dê bigihîjin zarokên hewcedar û bi vî awayî dê bêtir zarok bi xêra pirtûkan bigihîjin xeyalên nû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31