Di navbera Şaredarî û Zanîngehê de protokol

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê de, ji bo li nava kampusa zanîngehê ji bo xizmên nexweşan mêvanxane, avahiya xizmeta agirkujiyê (îtfaîye) û otopark bêne çêkirin, li ser veqetandina du erdên neguhêzdar cuda ji bo şaredariyê protokol hat îmzekirin.

Li bajêr ku hewcedariyên xizmên nexweşan ên wekî man, xwarin-vexwarin û gihandinê bûne mijareke girîng, tê payîn ku mêvanxane û otoparka tê plankirin bersiveke mezin bide vê hewcedariyê.

Di merasîma îmzeyê ya ku li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin de, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, şandeya ku Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, Alîkarên Rektor Prof. Dr. Mehmet Siraç Ozerdem, Prof. Dr. Velat Şen û Prof. Dr. Vahap Ozpolat û Sekreterê Giştî Doç. Dr. Mustafa Ugurlu Arslan tê de bûn, li ber derî pêşwazî kirin. Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu û Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk jî beşdarî merasîma protokolê bûn.

‘Xizmên nexweşan neçar diman ku li korîdor û baxçeyan bisekinin’

Rektorê DU’yê Kamuran Eronat piştî pêşwazîkirinê derbarê protokolê de axivî û diyar kir ku nexweşxaneya zanîngehê ya li bajêr bang li hemû bajarên Tirkiyeyê û bi taybetî jî li welatiyên ji herêmê tên dike û got: “Xizmên nexweşan zivistanê li korîdoran, havînê jî li baxçeyan bi awayekî ku li rûmeta mirovahiyê nedihat neçar diman li benda nexweşên xwe bisekinin. Dîsa qada agirkujiyê pir pêwîst e. Em careke din spasiya we dikin. Hevkariya me ya bi şaredariyê re dibe mînak. Ev xizmeta ku dê ji bo şaredariya me bibe vîzyon, dê hem ji aliyê we ve hem jî ji aliyê me ve bê vegotin.”

Eronat her wiha 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya Hevşaredar Bucak pîroz kir.

Hevşaredar Bucak: Em dixwazin xebatên xwe berbiçav bikin

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî spasiya Eronat kir û hêvî kir ku protokol ji bo bajêr û xizmên nexweşan bibe xêr. Hevşaredar Bucak got: “Wekî ku we got, havînê baxçe tije xizmên nexweşan bûn, dîsa pirsgirêka otoparkê hebû. Dibe ku ev nebe bersiva her tiştî, lê belê gavek e.”

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji xeynî mêvanxaneya ji bo xizmên nexweşan, wan xebateke mêvanxaneyê ji bo welatiyên ku bi hincetên cuda ji derveyî bajêr tên Diyarbekirê û cihê wan ê manê nîn e jî girtiye rojeva xwe û wiha got: “Wekî tê zanîn sezon vedibe, em dixwazin xebatên xwe di demeke nêz de berbiçav bikin. Di pêvajoya ku em hatine ser wezîfeyê de em ber bi dagirtina du salan ve diçin. Ji bo me, dema li pêşiya me dê bibe pêvajoyek ku em projeyên berbiçav bixin meriyetê.”

Piştî îmzekirina protokolê, Hevşaredaran tabloya ku "Perperika Dîcleyê" ya li Baxçeyên Hewselê û cureyên endemîk tê de ne û pirtûka derbarê Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ku di wêjeya devkî ya kurdî de xwedî cihekî girîng in, diyarî şandeya D.U’yê kirin.

Naveroka protokolê

Di çarçoveya "Protokola Veqetandina Neguhêzdaran" de ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê de ji bo hewcedariyên li kampusa zanîngehê û derdora wê hat îmzekirin, du qadên cuda yên di milkê zanîngehê de ji bo pêkanîna xizmetên diyarkirî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re hatin veqetandin.

Li gorî protokolê, li navçeya Sûrê Taxa Qavûşê, qada ku li ser parsela hejmar 1 a adaya 7560’î ye û bi giştî 20 hezar û 379,99 metrekare ye, dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve wekî Avahiya Xizmeta Agirkujiyê û pêvekên wê bê bikaranîn. Beşek ji qada navborî ku 15 hezar û 721,53 metrekare ye wekî avahiya xizmeta agahkujiyê û beşa 4 hezar û 658,46 metrekare jî wekî riya îtfaîyeyê hat plankirin. Tê armanckirin ku yekîneya agirkujiyê ya ku dê bê avakirin, li hemberî bûyerên şewatê yên ku dibe ku li qadên niştecihbûnê yên li derdora kampusa zanîngehê bi lez pêş dikevin û li zanîngehê biqewimin, zûtir mudaxale bike.

Mêvanxane û otopark

Di çarçoveya protokolê de, li Taxa Qavûşê qada 8 hezar û 2,83 metrekare ya li ser parsela 32’an a adaya 7567’an jî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin hat veqetandin. Di vê qadê de tê plankirin ku ji bo nexweş û xizmên nexweşên ku ji derveyî bajêr tên nexweşxaneyên girêdayî Zanîngeha Dîcleyê, mêvanxane û otoparkek bê çêkirin da ku hewcedariyên wan ên stargeh û bingehîn bêne dabînkirin.

Li gorî protokolê, dema bikaranîna qadên hatine veqetandin dê di heyama ku xizmetên bêne kirin berdewam dikin de derbasdar be. Heke proje di nava du salan de ji dema radestkirina neguhêzdaran ve neyên pêkanîn, pêvajoya veqetandinê dikare bê betalkirin. Lê belê heke sedemên mecbûrî bêne belgekirin û ji aliyê zanîngehê ve guncav bê dîtin, ev dem dikare du salên din bê dirêjkirin.

Projeyên hemû avahî û tesîsên ku li qadên hatine veqetandin bêne çêkirin, berî ku dest bi avahîsaziyê bê kirin, dê ji aliyê Zanîngeha Dîcleyê ve bêne lêkolînkirin û dê di bin pejirandina guncavbûnê de bin.

Bi protokola hat îmzekirin re, tê armanckirin ku hem ewlehiya kampusa zanîngehê bê xurtkirin hem jî hewcedariya xizmên nexweşên ku tên nexweşxaneyan bê dabînkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31