Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê, civîna xwe ya meha adarê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê pêk anî.
Civîna meha adarê ya Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a Amedê, bi serokatiya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û Hevserokê Konseya Bajêr Dogan Hatun li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin. Di civîna ku bi beşdariya endamên Desteya Rêveber hat lidarxistin de, derbarê xebatên ku Konseya Bajêr di nava meha sibatê de meşandine de pêşkêşî hat kirin. Di pêşkêşiyê de, derbarê xebatên hatine kirin û çalakiyên hatine meşandin de agahî dan endamên desteyê.
Bihêzkirina kapasiteya saziyê hat nirxandin
Di civînê de her wiha mijara destpêkirina pêvajoya nirxandina binyadî ya ji bo şêwazê xebatê, formata civînan û bihêzkirina kapasîteya saziyê ya Konseya Bajêr hat nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku konsey bi bandortir û bi berhemdartir bixebite, pêşniyar hatin nirxandin.
Mijareke din a rojevê jî amadekariyên ku ji bo 33’yemîn Civîna Giştî ya Asayî ya Hilbijartinê ya Konseya Bajêr a ku dê di meha gulanê de bê kirin, hatin nirxandin. Derbarê plansaziyên pêvajoya civîna giştî de di navbera endamên desteyê de danûstandina ramanê hat kirin.
Â
