Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku pirsgirêk, bendewarî û nêrînên ciwanan ên der barê bajêr de rasterast ji sahayê werbigire, "Xebata Sahayê ya Ciwanan" da destpêkirin. Di çarçoveya lêkolîna ku nêzî mehekê ye berdewam dike de, bi ciwanên 14-25 salî re anket, hevpeyvînên kûr û xebatên komên fokusê tên kirin û heta niha gihîştine zêdetirî 700 ciwanî.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê, bi armanca girtina pêşniyarên ciwanên li bajêr dijîn û famkirina hewcedariyên wan, ev lêkolîn da destpêkirin. Di xebatan de edetên jiyana civakî, hesta aîdiyeta bajêr, planên paşerojê, asta beşdariya çalakiyên çandî-werzîşî û nêrînên wan ên li ser rêveberiya herêmî tên nirxandin.
Gihîştin zêdetirî 700 ciwanî
Xebatên ku di meha sibatê de dest pê kirine, li gelek nuqteyan wekî Taxa Ben û Senê, pirtûkxane, navendên danûstendinê (Forum, Ceylan Karavil, Winstown, Nînova), tesîsên civakî yên şaredariyê, Kolana Hunerê ya Ofîsê û kampusa Zanîngeha Dîcle û taxên din têne meşandin. Di vê çarçoveyê de bi ciwanan re hevdîtinên rûbirû hatin kirin û pirsên hûrgilî û sîstematîk ji wan hatin pirsîn.
‘Ciwan dê bibin rêberên me’
Koordînatora Xebata Sahayê ya Ciwanan Serap Yildirim, derbarê xebatê de agahî dan û diyar kir ku nêrînên ciwanan dê rê bidin polîtîkayên paşerojê yên şaredariyê. Yildirim got: "Em hewl didin dînamîkên jiyana civakî û nêrînên ciwanan ên li ser şaredariyê tespît bikin. Ji bo rêveberiyên herêmî daneyên ji sahayê pir girîng in. Ciwan dê di diyarkirina polîtîkayên me de bibin rêber û rê nîşanî me bidin."
Armanc: Bihêzkirina polîtîkayên ciwanan
Bi daneyên ku ji vê lêkolînê werin girtin, tê armanckirin ku projeyên civakî, çandî û werzîşî li gorî hewcedariyan werin plankirin. Her wiha, afirandina rêbazên nû ji bo beşdariya çalak a ciwanan di pêvajoyên rêveberiya herêmî de û avakirina tora ragihandinê ya domdar di navbera şaredarî û ciwanan de ji armancên sereke ne.
Tê payîn ku encamên lêkolînê bibe alîkar ji bo bihêzkirina polîtîkayên ciwanan li Diyarbekirê û ciwan di jiyana bajêr de roleke aktîvtir bigirin.
Â
