Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, lîstika şanoyê ya bi navê ‘Bêrû’ temaşe kir.
Lîstika ku ji berhema nivîskarê Îtalyan ê xwedî xelat Dario Fo ya bi navê Bêrû ji bo kurdî hatiye wergerandin, ji aliyê lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat pêşkêşkirin.
Bi tevî Hevşaredaran Serra Bucak û Dogan Hatun; Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Muhabbet Erdogmuş, endamên meclisê û gelek welatî beşdarî lîstikê bûn û bi hev re temaşe kirin.
Piştî lîstika ku ji aliyê temaşevanan ve pir hat ecibandin, Hevşaredar derketin ser dikê û lîstikvan pîroz kirin. Lîstikvan ji ber performansa xwe ya serkeftî ji aliyê temaşevanan ve ji bo demeke dirêj hatin çepikandin.
Â
