Di Atolyeya Boyaxkirina Dar, Veguhertin û Sêwiranê de ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê tê lidarxistin, jin teknîkên cuda fêr dibin û tiştên nayên bikaranîn veduguherînin berhemên hunerî; di pêvajoya hilberînê de hem afirîneriya xwe pêş dixin hem jî piştevaniya jinan mezin dikin.
Atolyeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve tê birêvebirin, derfeta hevdîtina jinan a bi hilberîn û hunerê re peyda dike. Bernameya atolyeyê sê mehan didome, 15 jin beşdar dibin û hefteyê sê rojan tê lidarxistin. Di çarçoveya atolyeyê de teknîkên boyaxkirina dar a asta bingehîn û pêşketî, veguhertina tiştên kevin, amadekirina rûberan, dekupaj, kevinkirin û teknîkên sepanê tên nîşandan. Di dawiya perwerdeyê de bi bikaranîna materyalên vezîvirandinê (gerandina paş) xebatên cuda tên kirin.
Jin di atolyeyê de ne tenê teknîkan fêr dibin, di heman demê de derfeta keşfkirina afirîneriya xwe jî dibînin. Parçeyekî dar ê sade, tualek an jî amûreke nayê bikaranîn, bi keda jinan û hêza wan a xeyalê ji nû ve zindî dibe. Nexasim di xebatên vezîvirandinê de bi nirxandina tiştên kevin hem feydeyek li xwezayê dibe hem jî hêza veguhertinê ya hilberînê derdikeve holê.
Tê plankirin ku berhemên di atolyeyê de hatine çêkirin, di çalakiyên pêş de werin pêşandan û wekî dahat li jinan vegere. Her wiha tê armanckirin ku ev atolye di demên pêş de li navendên din ên jiyanê yên jinan jî were destpêkirin. Jinên beşdarî atolyeyê bûne, diyar kirin ku ew ji xebatên xwe yên ku bi fêrbûnê pêk tînin pir memnûn in.
‘Me xebatên pir xweş kirin’
Yek ji jinên beşdar, Ceren Nur Yuce, destnîşan kir ku armanca wê ya beşdarbûnê ji perwerdeyê zêdetir fêrbûn û keşfkirina jêhatiya xwe ye û got: “Me li vir xebatên pir xweş kirin. Mamosteya me bi qasî ji destê wê hat gelek tişt hînî me kir. Me zenaat (pîşe) veguherand hunerê. Bi demê re min ferq kir ku ez jêhatî me. Di boyaxkirina dar de em tonên rengan û lihevhatina wan hîn dibin. Tevî hemû hevalên xwe me kedeke mezin da.”
‘Karên me dê di hevdîtina kedê de werin pêşandan’
Nevroz Dala jî bal kişand ser keda hevpar û got ku hemû xebatên derketine holê berhemên keda giştî ne û dê di "hevdîtinên kedê" de werin pêşandan. Dala wiha axivî: “Ev hemû berhemên ku hûn li vir dibînin keda me ya hevpar e. Ne yê kesekê ye, yê me hemûyan e. Berhemên bên firotin jî dê bi rengekî wekhev werin parvekirin. Ev qad ji bo jinan pir girîng e. Hilberîna civakî xwebaweriyê dide mirovan. Me li vir hem hilberand hem jî piştevaniya jinan xurt kir.”
‘Hilberîn ji bo me pir biqîmet e’
Narince Ermiş jî anî ziman ku bi saya atolyeyê jêhatibûnên nû bi dest xistine û got: “Beriya em bên vir, me nedikarî em firçeyê jî bigirin destê xwe. Bi saya mamosteya me, me fêrî nîgarê (resim), boyaxkirina dar û hilberandina xebatên cuda kir. Em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikin ku kurseke wisa ji bo jinan vekiriye. Em dixwazin kursên cuda jî werin vekirin. Li şûna ku em li malê di nav çar dîwarên de bimînin, hilberîna di nav derdorên civakî de ji bo me pir biqîmet e.”
Werger: Omer Dilsoz
