Piştî barana zêde, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hin taxên gundewarî yên navçeya Çinarê destwerdanê li lehiyê dikin. Di xebatên ku di bin koordînasyona Sekreteriya Giştî de û bi beşdariya gelek yekîneyan tên meşandin de, makîneyên kar sewqî herêmê hatin kirin û xebatên kêmkirina rîskê û valakirina avê berdewam dikin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ji bo destwerdana lehiyên ku bi barana zêde re li hin taxên gundewarî yên Çinarê çêbûne, li qadê amade ne. Di xebatên ku di bin koordînasyona Sekreteriya Giştî ya DBB’ê de tên meşandin de; Serokatiya Daîreya Karên Afetê, Serokatiya Daîreya Karûbarên Gundewarî, Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirin û Lênihêrîna Rê û Binesaziyê, Serokatiya Daîreya Agahkujiyê û tîmên Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) cih digirin.
Di dema xebatan de bi Şaredariya Çinarê, AFAD û saziyên din ên giştî re têkilî hat danîn û li gorî tespîtên hewcedariyê, makîneyên kar sewqî taxên ku pirsgirêk lê hene hatin kirin. Agahiyên der barê xebatan de di çarçoveya Plana Destwerdana Afetê ya Tirkiyeyê (TAMP) de bi saziyên peywendîdar re bi awayekî hemwext tên parvekirin.
Rîsk bi arastekirina ava bêrmê hat kêmkirin
Tîmên Serokatiya Daîreya Karûbarên Gundewarî, ava ku li bêrma Taxa Xorxorikê civiyabû araste kirin û bi vî rengî rîska ku dibe çêbibe ji holê rakirin.
Tîmên Serokatiya Daîreya Agahkujiyê (Îtfaiye) jî li navenda Çinarê, bi taybetî li dibistanan û gelek xalên din xebatên valakirina avê dimeşînin. Ji bo destwerdanên muhtemel tîmeke agahkujiyê ya 10 kesî tevî tîmên binavgeran amade têne girtin.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirin û Lênihêrîna Rê û Binesaziyê jî ji bo taxên din ên hewcedar, piştgiriya wesayît û xebatkaran peyda dike.
Binrêk ji nû ve ji trafîkê re hat vekirin
Tîmên DÎSKÎ’yê ji bo binrêya ku li herêma Sêrêyana Amed-Bismilê ye ji nû ve ji trafîkê re vebe xebat meşandin. Li heman xalê şofêrê wesayîtekê ku di avê de asê mabû ji aliyê tîman ve hat rizgarkirin. DÎSKÎ li qadên cuda jî piştgiriya wesayît û personelan berdewam dike.
30 xebatkar û gelek makîneyên kar li ser wezîfeyê ne
Di xebatên li qadê de ev wesayît û amûr cih digirin: “4 kepçe, 3 ekskavator, 2 lowbet, 3 pikap û 30 xebatkar.” Di çarçoveya xebatên kêmkirina rîskê û destwerdanê de, li navenda Çinarê li 5 xalên cuda xebatên tîmên agahkujiyê yên valakirina avê berdewam dikin.
Koordînasyona di navbera saziyan de berdewam dike
Serokatiya Daîreya Karên Afetê koordînasyona xwe bi DSÎ, Rêyên Bejayî, Şaredariya Çinarê û Midûriyeta AFAD’ê ya Parêzgehê re didomîne.
Tîmên ku li qadê ne, bi muxtarên taxên gundewarî re jî di nav têkiliyê de xebatên xwe dimeşînin. Welatî dikarin di rewşên awarte de li Navenda Bangê ya Alo 153 bigerin.
