Hevşaredar Hatun maça Tîma Voleybolê ya Jinan ji tribûnê teqîb kir

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, pêşbirka Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB’ê û Zerensporê ya li Enqereyê ji tribûnê temaşe kir.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin de hatiye avakirin û di Koma B ya Lîga 1'emîn a Voleybolê ya Jinan a Tirkiyeyê de tê dikoşe, li Salona Voleybolê ya Selim Sirri Tarcan Zeren a Enqereyê bi Zerensporê re hat pêşberî hev.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li gel werzişvanên Tîma Hentbolê ya DBB’ê ku ji bo maçên play-offê li Enqereyê bûn, maç ji tribûnê teqib kir.

Di pêşbirka ku pir bi kêşmasî derbas bû de, Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB’ê bi setên 25-19, 28-26, 25-21, 25-15 û 15-09’an, bi encama 3-2 li hemberî Zerensporê têk çû.

Bi vê encamê, Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB’ê di nav tîmên ku ji Lîga 1'emîn ketine de cih girt. Tîm, dê sezona bê di Lîga 2'emîn de têkoşîna xwe bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31