Serdana Partiya DEVAyê bo Şaredariya Bajarê Mezin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan ezmandin.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Ali Babacan, ku ji bo hinek hevdîtinan hatibû bajêr, tevî şandeya pê re serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Di serdanê de jina Babacan Zeynep Babacan, endamên Lijneya Serokatiya Navendî, parlementerên Partiya DEVAyê, Alîkara Seroka Karên Jinan Melis Kandemir, Serokê Bajêr ê Amedê yê Partiya DEVAyê û rêveberên bajêr cih girtin.

Şande, ji aliyê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak û Dogan Hatun û Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredaran bi şandeyê re hevdîtineke kurt pêk anî.

Di serdanê de Hevşaredar Serra Bucak axivî, ji bo serdana wan spasiya şandeyê kir û diyar kir ku ew ji ezmandina wan kêfxweş in. Babacan jî cejna Newrozê ya ku nêzîk dibe pîroz kir.

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn ne tenê hatina biharê ye, di heman demê de sembola têkoşîna azadî û demokrasiyê ye; Bucakê hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya xurtbûna demokrasî û azadiyan li welat.

Babacan jî bal kişand ser şer û pevçûnên li herêmê û cîhanê û anî ziman ku em di demeke dijwar re derbas dibin. Babacan giringiya aştî, edalet, azadî û mafên mirovan destnîşan kir û got ku ji bo xurtkirina van nirxan ne tenê duakirin, lê hewildan jî pêwîst e.

Di hevdîtinê de her wiha li ser projeya tramwayê ya ku ji bo bajêr tê plankirin, pirsgirêkên bingehîn ên bajêr û geşedanên rojane pevguhertina ramanan hat kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31