Hevşaredar beşdarî bernameya fitarê ya saziyên sivîl bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Peyasê di bernameya fitarê ya ku ji aliyê MEBYA-DER û TUAY-DER’ê ve hatibû organîzekirin de bi welatiyan re hatin cem hev.

Bernameya fitarê ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi MEBYA-DER û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxuran re (TUHAY-DER) ve li saloneke li navçeya Peyasê hat lidarxistin. Ji bilî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun; Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, hevşaredarên navçeyan û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.

Hevşaredar di bernameya fitarê de li ser heman sifreyê bi malbatan re rûniştin û rojiyên xwe vekirin. Hevşaredaran di dema bernameyê de bi malbatan re sohbet kirin û bal kişandin ser aliyê meha Remezanê yê ku hestên piştgirî û parvekirinê xurt dike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31