Hevşaredara şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Bergiriya li Şerê Nukleerî (IPPNW) kir mêvan.
Endamên Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Bergiriya li Şerê Nukleerî (International Physicians for the Prevention of Nuclear War - IPPNW) Dorothea Zimmermann, Susanne Dhyr, dr. Nesmil Kasumlu, dr. Ingrid Walbrach-Frickler, dr. Mustafa Altintop, dr. Jay Barra, dr. Esther Fabel, Kerstin Medya Rozan û Marce Besmer ên ku ji bo beşdariya pîrozbahiyên Newroza Amedê hatibûn bajêr, seredana Hevşaredara şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kirin.
Di hevdîtina ku piştî pêşwazîkirinê pêk hat de, xebatên rêveberiyên herêmî û faliyetên IPPNWê hatin gotubêjkirin. Her wiha di hevdîtinê de girîngiya hevkarî û piştgiriya dualî hat destnîşankirin.
Â
