Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dabînkirina binesaziya Nexweşxaneya Bajêr a ku avakirina wê berdewam dike, xebatên xeta kanalîzasyonê qedandin; xebatên xeta ava baranê jî berdewam dikin.
Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo ku Nexweşxaneya Bajêr beriya vekirinê bibe xwedî binesaziyeke bi hêz û têrker, xebatên hilberînê yên berfireh li herêmê bi dawî kirin. Projeya ku bi girtina ber çavan a zêdebûna avahiyan û qerebalixiya bikaranînê ya paşerojê hat plansazkirin, pergalên kanalîzasyon û ava baranê bi hev re dihewîne.
Xebatên xeta kanalîzasyonê bi dawî bûn
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê, di çarçoveya xebatên binesaziyê yên li Kolana Dorşînê de, xeta kanalîzasyonê ya ku dê barê ava qirêj a qada nexweşxaneyê hilgire, qedand. Di çarçoveya xebatan de nêzî 800 metre xeta kanalîzasyonê hat raxistin. Ji bo misogerkirina yekparçeyî û xebata domdar a pergalê, li ser xetê 14 bacên kanalîzasyonê hatin avakirin.
Ji bo deravêtina ava baranê ya li ser kolanê jî, xeteke ava baranê ya bi dirêjiya 160 metreyan hat çêkirin. Li ser vê xetê 3 bacên ava baranê hatin çêkirin û pergal ji bo xebatê hat amadekirin.
Xebatên xeta ava baranê berdewam dikin
Di çarçoveya projeya ku dê barê ava baranê ya kampûsa nexweşxaneyê û derdora wê bi awayekî ewle veguhastîne de, xebatên raxistina xeta ava baranê ya bi dirêjiya 3 hezar û 700 metreyan berdewam dikin. Di xebatan de heta niha hezar metre xeta ava baranê hat raxistin.
Xetên navborî bi kapasîteyeke wusa hatin plansazkirin ku barê ava baranê ya li heman herêmê bi awayekî ewle û domdar hilgirin. Bi temambûna xebatan re armanc ew e ku kombûna avê û rîskên lehiyê yên li herêmê bên kêmkirin û pergala binesaziyê ewletir û bi berxwedêr bibe.
‘Me xeta kanalîzasyonê qedand’
Midûrê Şaxê Avakirina Kanalan Huseyin Karatekîn derbarê mijarê de agahî dan û diyar kir ku wan binesazî bi nêzîkatiyeke giştî plansaz kiriye û xebatên hilberînê bi rêjeyeke mezin qedandine. Karatekîn got: “Gava me xeta kanalîzasyonê ji bo xebatê amade kir, xebatên me yên ji bo xeta ava baranê jî li qadê bi hev re berdewam dikin. Bi temambûna van xebatan re, em ê pergaleke wusa ava bikin ku hewcedariya binesaziyê ya nexweşxaneyê û derdora wê ji bo demeke dirêj û bi awayekî ewle dabîn bike.”
