Tîmên Çareseriya li Cihê yên Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên qadê de li 44 taxan bi nêzîkî 15 hezar welatiyan re rûbirû axivîn, daxwaz û pêşniyarên wan li cihê wan guhdar kirin û ji bo pêvajoya çareseriyê bilez bikin, tomar girtin.
Tîmên Çareseriya li Cih ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Şaredariya Mezin a Amedê de kar dikin, li 44 taxên cuda yên bajêr xebatên qadê meşandin. Tîmên ku li kolan û bulvaran bi esnaf û welatiyan re hatin cem hev, bi nêzîkî 15 hezar kesî re têkiliya rasterast danîn û daxwaz, pêşniyar û bendewariyên wan li cihê wan guhdar kirin.
Di çarçoveya xebatên hatine kirin de, tîman ji bo xurtkirina têkiliya rûbirû ya bi gel re, nêzîkî 8 hezar broşurên agahdarkirinê yên ku bi Kurdî û Tirkî hatine amadekirin, gihandin welatiyan.
Daxwaz û pêşniyar hatin tomarkirin
Di dema serdanên qadê de, pirsgirêkên esnaf û welatiyan, bendewarî û pêşniyarên wan ên çareseriyê bi hûrgilî hatin guhdarîkirin û hatin tomarkirin. Hat armanckirin ku li gorî daneyên hatine bidestxistin, serîlêdan ji yekeyên têkildar re bêne şandin û pêvajoyên çareseriyê werin lezkirin.
Rêyên ragihandinê hatin bibîranîn
Tîman her wiha ji bo ku welatî bi hêsanî û zû bigihîjin şaredariyê, derbarê rêyên ragihandinê yên heyî de agahî dan. Ji welatiyan re hat gotin ku ew dikarin bi rêya Navenda Bangê ya Alo 153 ku 7 roj û 24 saetan xizmetê dide û bi rêya xeta WhatsAppê serîlêdanên xwe bikin.
Têgihîştina çareseriya li cih berdewam dike
Şaredariya Mezin a Amedê, li gorî daxwaz û hewcedariyên ku di encama têkiliya rasterast a bi 15 hezar welatiyan re li 44 taxan derketine holê, armanc dike ku hilberîna xizmetên xwe xurtir bike. Şaredarî bi têgihîştina çareseriya li cih, xebatên qadê li taxên cuda didomîne û armanc dike ku nêzîkatiya şaredariyeke beşdar, gihîştî û çareserîxwaz belav bike.
Â
