Hevşaredar Bucak: Aştî avakirina jiyana nû ye

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di bernameya “Jin Aştiyê Diaxivin” de axivî û bal kişand ser rola jinan a di avakirina aştîyê de. Bucak diyar kir ku aştî ne tenê bêşerî ye, di heman demê de li ser bingeha edalet û wekheviyê avakirina jiyaneke nû ye.

Bernameya “Jin Aştîyê Diaxivin” ji aliyê Enstîtuya Geşedana Demokratîk (DPI), Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DOGUNKAD), Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê (DTSO) û Jinên Karsaz ên TOBB’ê ve hat organîzekirin. Bername li oteleke bajêr hat lidarxistin û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Hevşaredar Serra Bucak di destpêka bernameyê de bal kişand ser koka dîrokî û çandî ya Amedê û silav li beşdaran kir.

‘Domandina van hevdîtinan berpirsyariyeke dîrokî ye’

Hevşaredar Bucak spasiya saziyên ku ked dane bernameyê kir û got: “Ez spasiya Meclîsa Jinan a DTSO’yê, Lijneya Jinên Karsaz a TOBB’ê, DOGUNKAD û hevparê me DPI’yê dikim. Ev hevdîtineke pir bi qîmet û girîng e. Wekî bajar, şaredariyên mezin û rêveberiyên herêmî, berpirsyariyeke me ya dîrokî heye ku em van hevdîtinan bidomînin, hejmara wan zêde bikin û cih û bajarên wan biguherînin. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin.”

‘Jin subjeya herî bi hêz a aştîyê ne’

Bucak diyar kir ku Amed bajarê hevdîtina çandên qedîm ên Mezopotamyayê ye û wiha domand: “Bernameya ‘Jin Aştîyê Diaxivin’ dest dide ser bîra hevpar, êşên hevpar û hêviyên hevpar ên her kesê ku li ser vê axê dijî. Ji ber ku em dizanin bandorên şer ne tenê di qada siyasî de, li her derê ku jin lê ne, di her kêliya jiyana me ya rojane de bi giranî tê hîskirin.”

Bucak anî ziman ku daxwaza aştîyê tu carî ji holê ranebûye û behsa pêvajoyên çareseriyê yên berê kir: “Bêguman vê erdnîgariyê salên dirêj pêvajoyên Aştî û muzakereyê ceribandin. Mixabin bi ceribandinên neserkeftî re rû bi rû ma, lê tu carî dev ji xwestin û daxwaza aştîyê berneda û wê bernede jî.”

Bi gotinên Yaşar Kemal banga aştîyê

Hevşaredar Bucak cih da peyama nivîskar Yaşar Kemal a di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de û got: “Heke îro li vê welatî afirîneriya me kêm bûbe, wijdanê me bêhîs bûbe, şidetê li her qada jiyana me girtibe û baweriya me bi tu saziyê nemabe; ev birîneke kûr e ku şerekî qirêj ê di temenê nifşekî de di mirovahiya me de vekiriye.”

Bucak çarçoveya aştîyê wiha pênase kir: “Aştî ji bo me ne tenê bêdengbûna çekan e, ne tenê bidofbûna şer e; di heman demê de avakirina pergaleke nû ye ku tê de edalet, wekhevî û jiyaneke birûmet ji bo her kesî pêkan be.”

‘Tu çareseriyên ku jin tê de nîn in, mayinde nabin’

Bucak bal kişand ser rola jinan a di pêvajoyên aştîyê de û got: “Em li vê erdnîgariyê herî baş dizanin ku tu çareseriyên ku jin tê de nexuyayî bên hesibandin, nabe ku mayinde bin. Em hem ji mînakên cîhanê hem jî ji ezmûnên xwe dizanin ku di pêvajoyên ku jin beşdarî avakirina aştîyê dibin û pêşengiyê dikin de, polîtîkayên berfirehtir, lihevhatîtir û çareseriyên mayinde tên hilberandin.”

‘Tevgerên jinan riya aştîyê xêz kirin’

Bucak behsa têkoşîna jinan a ji salên 90’î heta îro kir û wiha got: “Ji 90’î û vir ve tevgera jinên Kurd, tevgera jinên Tirkiyeyê, tevgera femînîst a Tirkiyeyê û saziyên jinan ên ku karîbûn piştevaniyê bikin, ji bo bidofbûna şer li vê erdnîgariyê rola xwe ya herî bilind lîstin û lîstina wê didomînin.”

‘Avakirina aştîyê ji herêmî pêkan e’

Bucak destnîşan kir ku divê Aştî ji herêmî ve bê avakirin: “Mebesta me ya ji herêmiyan ne tenê şaredariyên bijartî ne; ji civaka sivîl heta komeleyên jinan, ji baroyan heta sendîkayan her beşê civakê ye.”

Balkişandina li ser qeyûman

Bucak di dawiya axaftina xwe de behsa tayînkirina qeyûman kir û diyar kir ku ev ji bo pêvajoya aştîyê mijareke girîng e: “Mixabin îro li 13 şaredariyên me qeyûm hene. Li şaredariyên me yên mezin ên Wan û Mêrdînê qeyûm hene. Em dixwazin hêviya xwe dubare bikin ku di vê riya ber bi muzakere û aştîyê de ev rewş biguherê.”

‘Helbesta herî xweş Aştî ye’

Hevşaredar Bucak axaftina xwe bi gotina Yaşar Kemal bi dawî kir: “Heke çiya, mirov û heta mirin jî westiyabe, êdî helbesta herî xweş Aştî ye.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery