Zarok çûn pêş lîstika şanoyê

Di çarçoveya 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê de, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lîstika “Qiral û Qirdik” (Kral ile Soytarı) pêşkêş kir. Di vê çalakiyê de 350 zarok hem kêf kirin hem jî bi tecrubeya şanoya înteraktîf bûn parçeyek ji hunerê.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi armanca gihandina zarokan a bi çand û hunerê re, ji bo xwendekarên ku li Kreş û Mala Lênêrîna Bi Roj a Zarokistanê perwerde dibin, bernameyeke şanoyê amade kir. Di çarçoveya bernameyê de, zarokên ku li Zarokistanên Baxcilar û 450 Evlerê perwerde dibin, bi servîsan û di bin çavdêriya mamosteyên xwe de hatin girtin û birin salona şanoyê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê.

Tenê temaşe nekirin, bûn parçeyek ji lîstikê

Lîstika “Qiral û Qirdik” ku ji aliyê koma Şanoya Maskeya Şîn ve hat pêşkêşkirin, çîroka qiralekî ku diranê wî diêşe û qirdikekî zana yê ku li çareya derdê wî digere, vedibêje. Şanoyê ji sînorên temaşekirina klasîk derbas kir; lîstikvanan temaşevanên piçûk jî daxilî çîrokê kirin û zarok bûn qehremanên lîstikê.

350 zarok bi dilê xwe şa bûn

Di lîstika şanoyê de ku 350 zarok, mamoste û dê û bav beşdar bûn, piçûkan bi pirsên lîstikvanan ên siruştî yên xwebêjkî bi awayekî înteraktîf kêf kirin. Peyamên perwerdekariyê û çîrokên (anekdot) ku di nav şahiyê de hatibûn bicihkirin, hişt ku zarok hem fêr bibin hem jî bîranînên nayên jibîrkirin kom bikin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30