Li Amedê veguhastina hêşîn: 5 hezar dar hatin çandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya armanca kêmkirina xerckirina avê û avakirina qadên hêşîn ên ekolojîk de, di salekê de 5 hezar û 16 dar çandin û 6 hezar û 930 şitil jî bêpere belav kirin. Bi vê yekê veguhastina hêşîn a bajêr hat xurtkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî polîtîkaya park û baxçeyan a ku hevsengiya ekolojîk diparêze, berhemdariya avê esas digire û pêşî li hilberîna qadên kesk ên domdar digire, xebatên xwe bi nêzîkatiyeke giştî dimeşîne. Şaredarî bi armanca avakirina bajarekî berxwedêr li hemberî krîza iqlîmê û rîska hişkayiyê, di her qonaxê de -ji hilberîna nebatan bigire heta sererastkirina peyzajê- projeyên wekî parastina cureyên xwemalî, belavkirina sepanên kêmkirina xerckirina avê û zêdekirina qadên hêşîn ên giştî dixe meriyetê. Ev nêzîkatî ne tenê dîmena estetîk a bajêr xurt dike, di heman demê de perspektîfeke veguhastina hêşîn a demdirêj û bi xwezayê re lihevhatî ku jiyana ekolojîk piştgirî dike jî derdixe pêş.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di vê çarçoveyê de bê navber xebatên xwe didomîne.

Li navçeya Yenîşehîrê, li serayên Midûriyeta Şaxa Şitilgeh û Darûberkirinê yên li TOKÎya Şilbeyê, ligel şitilên çama Îranê û selwiya şîn ên ku li wir tên mezinkirin, bi darên din ên ku hatin peydakirin re tevna hêşîn a bajêr roj bi roj dewlemetir bû. Di nav bernameyeke diyarkirî de bi giştî 5 hezar û 16 dar bi axê re hatin gihandin.

Polîtîkaya berhemdariya avê cureyên daran diyar kir

Di çarçoveya polîtîkaya parastina çavkaniyên avê ya Şaredariya Bajarê Mezin de, tîman cureyên darên ku li ber hişkayiyê berxwedêr in tercîh kirin. Di vê çarçoveyê de, di xebatên çandinê de pêşî li cureyên ku teserûfa avê dikin hat girtin û di werzên payîz û biharê de xebateke gur hat meşandin.

Di xebatên daristanîkirinê de tîman; 5 hezar û 16 darên ku ji cureyên wekî selwiya şîn, tûya pelçinar, daralev, hirmîka xemlê, stîzerk, zeqûm û darbişûng pêk tên, çandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di sererastkirina peyzajê de qelebalixa trafîk û peyayan jî li ber çavan girt; her rêgehek cuda nirxand û li gorî pêkhateya herêmê sêwirandinên daran çêkirin.

Bi darên pelfireh qadên sîdar hatin zêdekirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, pileya germiya hewayê ya bajêr li ber çavan girt û bi armanca zêdekirina qadên sîdar, pêşî da çandina darên pelfireh ên ku li gorî tevna kolan, bulevard û şeqaman in.

Ewlehiya peya û wesayîtan di rêza pêşîn de ye

Tîman xebatên peyzajê bi taybetî li qadên nû yên avakirinê gur kirin û li xaçerê, refûj û peyarêyan daran çandin. Ji ber pîvanên ewlehiyê, li xalên xaçerêyan ji bo ku dîtina peya û wesayîtan neyê girtin, bi taybetî cureyên darên kurtejin (bodur) hatin tercîhkirin.

6 hezar û 930 şitilên guncavî iqlîma bajêr bêpere hatin belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a ku cureyên herî guncavî şertên iqlîma Amedê hilbijartin, daxwazên saziyên giştî, şaredariyên navçeyan û welatiyan jî bêbersiv nehîştin. Di vê çarçoveyê de şitilên çama Îranê û selwiya şîn ên ku hatibûn hilberandin, ji bo ku li qadên cuda yên bajêr werin çandin, bêpere hatin belavkirin.

Di çarçoveya xebatên belavkirina şitilan de, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan; 2 hezar û 925 şitil dan şaredariyên navçeyan û saziyên giştî, 4 hezar û 5 şitil jî dan welatiyan. Bi giştî 6 hezar û 930 şitil bêpere hatin teslîmkirin.

Xebatên bidarûberkirinê berdewam dikin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a ku bi nebatên di hundirê xwe de hildiberîne û yên ji derve peyda dike bajarê me bedew dike, wê xebatên xwe yên daristanîkirinê bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30