Ji bo kursên zimên eleqeyeke mezin

Kursên zimên ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di çarçoveya têgihîştina xizmeta pirzimanî de tên meşandin, armanc dikin ku hem zimanên zindî xurt bikin hem jî zimanên qedîm dîsa bikin xuyayî.

Kursên dema nû yên Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Zimên a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, rastî eleqeyeke mezin tên. Perwerdehiyên ku bi beşdariya personelên şaredariyê û welatiyan tên meşandin, bi giştî bi 320 kursiyeran berdewam dikin.

Pirrengiya zimên hat zêdekirin

Di vê demê de bernameya kursan hat berfirehkirin û pirrengiya zimên hat zêdekirin. Ligel zaravayên kurdî kurmancî û zazakî, zaravaya soranî jî hat lêzêdekirin; her wiha ermenî û suryanî yên ku di bîra dîrokî û çandî ya bajêr de xwedî cihekî girîng in jî di nav bernameyê de cih girtin. Bi vê yekê tê armanckirin ku hem zimanên zindî werin xurtkirin hem jî zimanên ku ber bi windabûnê ve diçin dîsa werin vejandin.

‘Parastina zimanên qedîm biqîmet e’

Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Zimên Tahir Baykuşak diyar kir ku ew di her demê de xebatên xwe bi naverokên nû pêş ve dibin û bal kişand ser ku ermenî û suryanî di rabirdûyê de ji bo gelek berhemên çandî û hunerî bûne çavkanî. Baykuşak anî ziman ku parastin û veguhastina vê mîratê ya ji bo nifşên paşerojê xwedî girîngiyeke mezin e.

Di ast û bernameyên cuda de perwerde

Baykuşak da zanîn ku kursên ermenî bi awayekî serhêl (online) tên meşandin û di zaravaya soranî de di asta A1 û A2 de perwerde tê dayîn. Di zaravaya kurmancî de ji asta A1 heta B1 şeş kursên cuda hatin vekirin, di zaravaya zazakî de jî di asta A1, A2 û B1 de sê kurs têne birêvebirin. Her wiha ji bo kesên ku bi kurdî dizanin lê dixwazin jêhatiya xwe ya xwendin û nivîsandinê pêş bixin jî bernameyeke taybet hat amadekirin.

Ji bo xizmeta pirzimanî perwerdeya navxweyî

Baykuşak destnîşan kir ku şaredarî di çarçoveya nêzîkatiya xizmeta pirzimanî de girîngiyê dide perwerdekirina personelên xwe jî û diyar kir ku ji bo karmend karibin bi welatiyan re têkiliyeke saxlemtir deynin, kursên zimên berdewam dikin.

Tê plankirin ku kursên zimên di nava salê de bi qeydên nû yên di demên cuda de berdewam bikin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30