Projeya Bêgluten mezin dibe: Ne tenê ji bo sifreya me, ji bo budçeya me jî bû piştgirî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nexweşên çolyakê yên ku di gihîştina hilberên bêgluten de zehmetiyê dikişînin, armanc dike ku di sala 2026an de 7 hezar koliyên piştgiriyê bigihîne kesên hewcedar. Bi vê projeyê hem jiyan tê hêsankirin hem jî barkê aborî tê sivikkirin. Şaredarî hewl dide bigihîje hemû nexweşên çolyakê û vê piştgiriyê bike domdar; welatî jî diyar dikin ku bi saya vê projeyê êdî hêsantir digihîjin hilberan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, di projeya ku ji bo rakirina bariyerê "xwarinên biha û kêm" ê nexweşên çolyakê dimeşîne de, îsal asta armancên xwe bilindtir kir.

Ji bo kesên çolyakî, xwarina bêgluten ne tercîhek e, mecbûriyetek e. Lêbelê ev mecbûriyet, barekî giran ê aborî û pirsgirêka gihîştinê jî bi xwe re tîne. Hilberên bêgluten ên ku li ser refên marketan kêm in, piranî bi bihayên xwe yên bilind balê dikişînin. Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk, bi armanca pêşîgirtina li van neyniyan, wê di sala 2026an de 7 hezar koliyên piştgiriyê belav bike.

Ji bo hezar û 750 nexweşên çolyakê piştgiriya xwarina bêgluten

Di çarçoveya projeya ku armanca wê bilindkirina kalîteya jiyana kesên çolyakî ye de, tîm wê di çaryeka yekem a sala 2026an de koliyên xwarinê bigihînin hezar û 750 kesî. Bi belavkirinên ku wê di nava salê de bi 4 qonaxan berdewam bikin, tê armanckirin ku bi giştî 7 hezar koliyên piştgiriyê bigihîjin welatiyên hewcedar.

Armanc belavkirina 7 hezar koliyan e

Midûra Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk Sevda Erdem Ateş, der barê projeyê de agahî dan û diyar kir ku di gava yekem de plan dikin bigihîjin hezar û 750 welatiyan û di nava salê de vê hejmarê bikin 7 hezar kolî.

Ateş, destnîşan kir ku xebat bi hevkariya şaredariyên navçeyan têne meşandin û got: “Em belavkirinên xwe bi awayekî koordîneyî pêk tînin. Armanca me ew e ku em bigihîjin hemû nexweşên çolyakê yên hewcedar û vê piştgiriyê bikin domdar.”

‘Zarok pêşîtiya me ne’

Ateş, anî ziman ku plan dikin di sala 2026an de koliyên xwarina bêgluten di 4 qonaxên cuda de belav bikin û bal kişand ser zehmetiyên dabînkirinê û bihabûna hilberên bêgluten. Ateş got: “Zêdekirina gihîştina van hilberan û kêmkirina barê lêçûnê ji bo me gelekî girîng e. Bi taybetî xwarina tendurist û hevseng a zarokên di temenê geşedanê de pêşîtiya me ye. Ji ber vê yekê, em di koliyan de cih didin xwarinên sivik ên ji bo zarokan jî.”

‘Şaredariyê ne tenê piştgiriya sifreya me, piştgiriya budçeya malbata me jî kir’

Serokê Komeleya Bêgluten a Çolyakê ya Amedê Ekrem Varli, bal kişand ser ferqa bihayên di bazarê de û girîngiya piştgiriya şaredariyê bi van gotinan anî ziman: “Kîloya ardê asayî 15-20 TL ye, lê kîloya ardê ku nexweşên çolyakê neçar in bi kar bînin dertê 250 TLyî. Pakêtek makarnaya asayî 20-30 TL ye, lê pakêtek makarnaya bêgluten 200 TL ye. Ev rewş gihîştina van xwarinan ji bo malbateke kêmderhat nabe îmkan. Ev koliyên ku ji aliyê şaredariyê ve tên dayîn, ne tenê xwarin anîn ser sifreyên me, piştgiriyeke cidî dan budçeya malbatên me jî.”

Varli, diyar kir ku ligel bihayên bilind, li Amedê di gihîştina hilberên bêgluten de jî zehmetiyê dikişînin û piranî hilberan bi ser înternetê re dabîn dikin, lê bi piştgiriya şaredariyê ev gihîştin hêsantir bûye.

‘Gihîştina hilberên bêgluten hêsantir bû’

Zekiye Îçlek ku dayika du zarokên nexweşên çolyakê ye, diyar kir ku beriya 5 salan teşhîs li zarokên wê hatiye danîn û wê demê di dîtina hilberên bêgluten de gelek zehmetî dikişandin. Îçlek got ku berê ji bo dîtina hilberan li gelek marketan digeriyan lê nedidîtin, niha bi saya piştgiriya şaredariyê êdî hêsantir digihîjin hilberan.

‘Bi saya piştgiriyê budçeya me rehet bû’

Îçlek, tekez kir ku ji ber bihayên bilind berê rastî tengasiyên aborî dihatin, lê bi saya alîkariyên birêkûpêk budçeya malbata wan rehet bûye û zarokên wê êdî dikarin tenduristtir bixwin.

‘Xebatên şaredariyê keda xwe ya girîng da’

Welatiyekî din bi navê Şeyhmus Palamut ku zarokekî wî yê çolyakî heye, anî ziman ku dema cara pêşîn bi nexweşiyê re rû bi rû mane pêvajo gelekî zehmet derbas bûye. Palamut diyar kir ku bi demê re bi saya piştgiriya şaredariyê ev pêvajo hêsantir bûye û bi taybetî xebatên du salên dawî keda xwe ya girîng daye wan.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30