DÎSKÎ’yê derbarê Projeya Tesîsa Avê ya Erxeniyê de gel agahdar kir

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Projeya Tesîsa Parastina Avên Gemarî ya Biyolojîk a Pêşkeftî ya Erxeniyê ku tê plankirin bi 9 mîlyon Euroyî bê çêkirin, civîneke gel pêk anî.

Civîna "Beşdariya Gel" ji bo tesîsa ku di çarçoveya "Projeya Avakirin û Veavakirinê ya Piştî Erdhejê ya Tirkiyeyê" de tê meşandin, hat lidarxistin. Ev proje ji aliyê Bankeya Geşepêdana Îslamî ve tê fînansekirin û bi navbeynkariya Îller Bankası A.Ş. (ÎLBANK) tê birêvebirin. Civîn li Şaredariya Erxeniyê bi beşdariya Hevşaredarên Erganiyê Birsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken, muxtarên taxan û welatiyan pêk hat. Di civînê de agahiyên berfireh hatin dayîn û nêrîn û pêşniyarên welatiyan hatin girtin.

Tê plankirin ku di 18 mehan de bi dawî bibe

Serokê Daîreya Herêma 2. a Karûbarên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê Serkan Karyagan di axaftina vekirinê de diyar kir ku li Erxeniya ku nifûsê wê ji 141 hezarî zêdetir e, nebûna tesîseke parastina avên gemarî ji bo tenduristiya mirovan û jîngehê rîskeke mezin e. Karyagan anî ziman ku armanca projeyê ew e ku rê li ber qirêjiya avê bê girtin û tenduristiya gel bê parastin.

Karyagan destnîşan kir ku tesîs dê di nava 18 mehan de biqedînin, kapasîteya wê ya rojane dê 19 hezar û 734 metrekup be û ava ku tê parastin (parzûnkirin) dê li gorî qanûnan ji xwezayê re bê berdan.

Hûrgiliyên teknîkî hatin parvekirin

Endazyarê Jîngehê Necdet Buluş derbarê avahiya teknîkî û bandorên jîngehê de agahî dan. Buluş diyar kir ku tesîs dê bi pergala "parastina biyolojîk a pêşkeftî" bixebite û bi saya pergalên nûjen, ji bilî madeyên organîk, nîtrojen û fosfor jî dê ji avê werin paqijkirin.

Buluş ragihand ku tesîs dê li Taxa Boncuklu ya Erxeniyê bê avakirin û li gorî sala 2058’an (ji bo nifûsa 209 hezar kesî) hatî sêwirandin. Ava paqijkirî dê bêyî ku zirarê bide jîngehê birêjine Çemê Bogazê.

‘Dê tedbîrên taybet ji bo jîngehê werin girtin’

Buluş anî ziman ku di pêvajoya çêkirinê de bandorên mîna toz, deng û trafîkê dê di bin kontrolê de bin û çavdêriya jîngehê dê bi rêkûpêk berdewam bike. Her wiha diyar kir ku ji bo parastina avên bin erdê û ser erdê tedbîrên taybet hatine girtin û axa jorîn dê were parastin da ku dûre dîsa were bikaranîn.

Bandorên civakî û beşdariya gel

Pisporê Civakî Serkan Delidere jî bal kişand ser aliyê civakî yê projeyê. Delidere got ku ew ê neyîniyên demkî yên dema avakirinê kêm bikin û mekanîzmayên ku welatî karibin gilî û pêşniyarên xwe bighînin DÎSKÎ’yê ava kirine. Serlêdanên ku werin kirin dê herî dereng di nav 15 rojên xebatê de werin bersivandin.

Di 30’ê Nîsanê de îhale heye

Piştî civînên agahdarkirinê, ji bo diyarkirina fîrmaya şêwirmendiyê ya projeyê, di 30'ê Nîsana 2026'an de dê îhale bê kirin. Piştî diyarkirina fîrmayê, raporên ji qadê hatine girtin dê pêşkêşî Bankeya Geşepêdana Îslamî werin kirin.

Bi temambûna vê projeyê re, Erxenî dê bibe xwediyê binesaziyeke nûjen û bihêz a avên gemarî ku heta sala 2058'an bersiva hewcedariyên navçeyê bide.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30