Ji Odeya Nanpêjan a Amedê serdana DBB’ê

Rêveberiya nû ya Odeya Esnaf û Nanpêjan a Amedê, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) kir.

Serokê Odeya Esnaf û Nanpêjan a Amedê Cuma Cevizli û endamên lijneya rêveberiyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Şande di vê serdanê de bi Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun û Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan re civiya.

Di hevdîtinê de, derbarê kontrolkirina firinan a li seranserî bajêr, mercên hîjyenê û mijarên têkildarî tenduristiya gel de pevguhertina nêrînan hat kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30