Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, pêşbirka Amedspor û Umraniyesporê ya ku li Stadyuma Amedê hat lîstin, temaşe kirin.
Amedspora ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têkoşînê dide, li qada xwe mazuvantiya Umraniyesporê kir. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Dogan Hatun, Hevşaredara berê ya DBB’ê Gultan Kişanak, Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, Walîyê Amedê Murat Zorluoglu û nûnerên saziyên civakî yên sivîl bi hev re maç ji tribûna protokolê şopandin.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî maçê di nav alîgiran de temaşe kir. Hevşaredar Bucak a ku beşdarî coşa li tribûnan bû, tevî welatiyan beşdarî dirûşman bû û piştgirî da tîmê. Di dirêjahiya maçê de beşdarbûna zêde û piştgiriya li stadyumê bal kişand.
Werger: Omer Dilsoz
Â
