Hevşaredar Hatun li Taxa Qamişka li gel welatiyan rûnişt

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevî Hevserokên Bajêr ên DEM Partî û DBP’ê, li taxa Qamişka ya navçeya Rezanê bi welatî û esnafan re civiyan û li pirsgirêkên taxê guhdarî kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevserokên Bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Gulşen Ozer û Abbas Şahin, Hevserokê Bajêr ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ahmet Dogan û rêveberiya Şaredariya Rezanê, serdana taxa Qamişka kirin.

Pirsgirêkên taxê li cihê wê hatin guhdarîkirin

Hevşaredarên ku li taxa Qamişka bi welatiyan re hatin cem hev, bi taybetî daxwazên derbarê binesazî, veguhastin, sererastkirina hawirdorê û xizmetên civakî guhdarî kirin. Welatiyan firsend dît ku pirsgirêkên xwe yên rojane rasterast ragihînin; rayedaran jî diyar kir ku ew ê bi nêzîkatiyeke çareseriyê tevbigerin.

Hevşaredaran bal kişandin ser girîngiya têkiliya rasterast a rêveberiyên herêmî bi gel re û destnîşan kirin ku serdanên taxan di vî warî de xwedî erkeke girîng in.

Serdana esnafan hat kirin

Piştî hevdîtina bi welatiyan re, Hevşaredar Hatun û şandeya pê re serdana esnafên taxa Qamişka kirin. Şandeyê yek bi yek kargeh geriyan û li nêrînên esnafan ên derbarê şert û mercên aborî, çalakiyên bazirganî û xizmetên herêmî guhdarî kirin.

Tekezî li ser nêzîkatiya çareseriyê hat kirin

Hat diyarkirin ku daxwazên di dema serdanê de hatine ziman, dê ji yekeyên têkildar re werin ragihandin û şopandina wan were kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê dê bi koordînasyoneke hevpar xebatên xwe bidomînin da ku bersivê bidin hewcedariyên taxan.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery